El-Seîd: Pêwîstiya gelê Sûriyê bi rûniştinek ku nêrînên hevpar jê derkevin, heye

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Sûrî Ebdulcelîl El-Seîd diyar kir ku pêwîstiya hemû gelên Sûriyê bi rûniştinek ku nêrînên hevpar derxîne, heye. El- Seîd got Siûdiyê dikare rolek erênî di aloziya Sûriyê de bilîz e.

Aloziya Sûriyê bi nêzbûna sala xwe ya 9’an jî ji ber gelek sedeman negihiştiye çaresriyekî. Sedemên herî giring ku nahêlin aloziya Sûriyê çareser bibe destwerdanên Îran, Rûsya û Tirkiyê ne. Ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe hewl didin temenê aloziya Sûriyê dirêj bikin. Tevî wê jî heta niha tevahiya civînên ku bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê li darketine negihiştin ti encamê. Van civînan nekarî maseyek diyalogê ji bo gelê Sûriyê deyne.

 Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Sûrî Ebdulcelîl El-Seîd girêdayî mijarê ji ajansa me re aixvî û diyar kir ku nûnerê navneteweyî yê nû Gerr Pederson rêzecivîn bi hêzên çalak û ne çalak ên di aloziya Sûriyê de, li dar xistin. Lê dîsa jî bandor li aktîvkirina prosesa diyalogê ya ku rawstiye nake.

NY di 31`ê Cotmeha 2018`an dîplomatê Nerwîcî Ger Pederson wek şandeyê xwe yê nû ji Sûriyê re erkdar kir. Pederson li şûna Stefan Demestura yê ku nikarî aliyên nakok di alosiya Sûriyê de bighîne hev du, hat erkdarkirin.

El-Seîd destnîşan kir ku gelê Sûriyê di encama mudexeleya Tirkiyê û Îranê de gihaştine asta nerazîbûna domdar û wiha got: "Her du dewletan kêmbûna kontrola rejîma Sûriyê û opozisyonê kirin hincet û hewl dan xwe wek hêzek dagirker li Sûriyê isbat bikin."

El-Seîd destnîşan kir ku gelê Sûriyê ji bo vedîtina nêrînek hevpar pêwîstiya wan bo diyaloga siyasî ku tevahiya aliyên Sûriyê bi hev re kom bike heye û wiha domand: “Gelê Sûriyê bi giştî, ji bo vedîtina nêrînek hevpar û çalak, ji bo şikandina hişkbûna siyasî û qeliskirina hêzên xirabkar di Sûriyê de, bi hewce ne ku bi hev re rûnin.”

‘Dibe ku Siûdiye rolek erênî di çareseriya aloziya Sûriyê de bilîz e’

Di berdewama gotinên xwe de El-Seîd got dibe ku hindek dewletên Ereb mîna Siûdiye rolek erênî di çareseriya aloziya Sûriyê de bilîze û wiha got: “Rola Siûdiye di Sûriyê de cihê kêfxweşiya tevahiya aliyan e tenê rêjîma Sûriyê ji ber berjewendiyên Îranê dijberî wê disekine."

Nivîskar û şîrovakerê siyasî yê Sûriyê Ebdulcelîl El-Seîd serdana wezîrê Siûdiyê Adil El-Sebhan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek delîlek ji bo danûstandinên baş nirxand û got: “Heman demê de Siûdiyê bi gelên herêmê, hêzên mezin ên wek Rûsya û Emerîka re dişêwire.”

Wezîrê derve yê Siûdiye Adil El-Sebhan tevî şêwirmendê sereke yê Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ`ê  William Robak, di destpêka meha Hezîranê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. El- Sebhat û Robak bi nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, rûspiyên êlên herêmê û QSD`ê re civiya.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din