El-Sedr êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Muqteda El-Sedr êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got divê aloziya li herêmê zêdetir neyê gurkirin.  

Serokê Eniya Sedr Muqteda El-Sedr, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got: “Her çendî ev êrîş di çarçoveya tifaqan de pêk tên jî, ev tifaq bê wate ne. Divê ev tifaq adil bin û maf bide her du aliyan ku derbeyan li terorê bixin, ne ku li muxalefetê bixin.”

Muqteda El-Sedr der barê mijarê de, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand.

El-Sedr di peyama xwe de diyar kir ku pêwîst e hikûmeta Iraqê hemû sînorên xwe biparêze û wiha got: “Em bi tundî kiryarên li dijî cîrana me Tirkiyeyê şermezar dikin. Em dixwazin hikûmeta Iraqê sînorên rojhilat, bakur, başûr û rojavayê Iraqê biparêze û ewlekariya pêk bîne da ku Iraq nebe çavkaniya êrîşkariyên ser dewletên cîran û nebe çavkaniya êrîşên dewletên cîran li ser axa Iraqê.”

El-Sedr di berdewama peyama xwe de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî bi tundî şermezar kirin û wiha dom kir: “Em bi tundî êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Iraqê şermezar dikin. Her çendî ev êrîş di çarçoveya tifaqan de pêk tên jî, ev tifaq bê wate ne.”

El-Sedr bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo xurtkirina serweriya Iraqê kar bike û got: “Her wiha hemû tifaqên li dijî serwerî û ewlekariya Iraqê divê neyên qebûlkirin an jî divê ev tifaq adil bin û maf bide her du aliyan ku derbeyan li terorê bixin, ne ku li muxalefetê bixin.”

Muqteda El-Sedr ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike û ev bang kir: “Ez ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz dikim ku dosyaya muxalefetê bi awayekî aştîyane, li ser esasê danustendinek û selameta herdu aliyan, her wiha bi azadiya nêrînan û awayekî medenî bidawî bîne.”

El-Sedr bal kişand ser ku herêm di rewşeke aloz de ye, lewre pêwîst nake ku bi topbaran û bombebarana sînoran an jî bi pêkanîna ku ewlekariyê têk dibin, hîn zêdetir bê alozkirin.


Mijarên Din