El-Selac: Girtiyên DAIŞ`ê xetereyê li ser civaka navneteweyî çêdikin

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm El-Selac îşaret bi girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî lezgîn kir û got: "Divê dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku bi lez çete werin darizandin."

Di demên dawîn de tevlihevî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, çêbû. Tevî kontrolkirina rewşa ewlehiya girtiyan lê şêniyên herêmê dibêjin girtiyên DAIŞ`ê xetereyê li ser civakê çêdikin û divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin.

Di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezeran girtiyên DAIŞ`ê yên biyanî hene ku ji zêdetirî 50 dewletên Ewropayê û biyanî tev li nava DAIŞ`ê bûne. Gelek sûc li dijî gelê herêmê pêk anîn û piraniya wan çeteyan bi rêya sînorê Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bûbûn.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm El-Selac diyar kir ku QSD li hember çeteyên DAIŞ`ê sekinî, bi hezeran şehîd dan û bi ser ket.

Îbrahîm El-Selac destnîşan kir ku bi hezeran çeteyan xwe radestî QSD`ê kir û ev tişt anî ziman: "Çeteyên girtî barek e li ser Rêveberiya Xweser û QSD`ê, ji ber ku dosyaya wan gelên herêmê diwestîne."

Îbrahîm El-Selac wiha pê de çû: "Terorîst di her demekê de hewl didin tevliheviyê derxin. Ji ber wê jî divê em ji bîr nekin ku dosyaya wan zehmet e û ew xetereyê li ser civaka navdewletî bi giştî çêdikin. Divê dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin û di zûtirîn demê de werin darizandin."

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Îbrahîm El-Selac di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe der barê dosyaya girtiyên DAIŞ`ê û darizandina wan li gorî zagonên navneteweyî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din