El-Serac pêşniyara lidarxistina komxebata Lîbyayê ya çareserkirina krîzê kir

Serokê Meclisa Serokatiya Hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê Fayêz El-Serac pêşniyara lidarxistina komxebata Lîbyayê ji bo çareserkirina krîzê kir.

Serokê Meclisa Serokatiya Hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê Fayzê El-Serac tekez kir ku însîyatîf ew e ku komxebata Lîbyayê bi hevkariya şandeya navdewletî ku tê de hemû hêzên nîştimanî ji tevahî herêman hene, li dar bikeve.

El-Serac îşraret pê kir ku komxebat dê hewl bide li ser peymana nexşerêyê û biryargirtina bingeha destûra pêkanîna hilbijartinên serokatî û parlamentoyê beriya dawiya 2019’an be.

Li aliyekî dîtir jî El-Serac banga lêpirsîna navdewletî ya der barê "sûcên şer û yên dermirovî" de ku di êrîşên li dijî Terablusê de pêk hatine, kir.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Xesan Selame sêşema borî bi rêya hevdîtinên xwe li Terablusê bi rayedarên Hikumeta El-Wîfaq a Nîştimanê re kiriye, hewl da aştiya ku ji destpêka çalakiya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Muşîr Xelîfe Hefter a rizgarkirina paytexta Lîbyayê ya tevlihevbûyî vejîne.

Hikumeta El-Wîfaq ji hêzên artêşa Lîbyayê banga vekişînê ya ber bi nuqteyên wan ve li başurê Lîbyayê û rojhilatê wê dike ku beriya 4’ê Nîsanê tê de bûn.

Lîbya ji 4’ê Nîsanê ve di hemleya leşkerî ya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê re bi serkêşiya Xelîfe Hefter a hewldana vegerandina Terablusê ya ku navenda Hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayêz El-Serac e, derbas dibe.

(fr)


Mijarên Din