El-Sîsî: Em amade ne alîkariya Lubnanê bikin

Serokkmarê Misirê Abdulfettah El-Sîsî piştrast kir ku Misir li ser aramiya Lubnanê baldar e û destnîşan kir ku ew amade ye alîkariya Lubnanê di aloziya wê de bike.

El-Sîsî nameyek ji serokkomarê Lubnanê re Mîşel Ewn re bi rêya balyozê Misirê yê li Beyrûtê Yasir Elewî tevî şêwirmend Mihemed Miselih şand.

El-Sîsî di nameyê de hêviyên xwe ji bo biserketina dan û standinên ku Lubnanê bi saziyên malî re çêdike da ku rewşên aborî li Lubnanê çareser bike, rave kir. Her wiha diyar kir ku ew serkeftin li gorî Kongreya Sêder taybetmendiyên xwe wergirtin ku Lubnan bikare li hember tevahî baran bisekine.

El-Sîsî di nameya xwe de baweriya xwe bi vîna lubnaniyan nîşan da ku welêt ji rewşên ku tê re derbas dibe, xilas bikin.

(şx)


Mijarên Din