El-Sîsî: Hikumeta Wîfaq ne xwedî îradeyeke azad e û bêîstiqrariya Lîbyayê zirar da Misrê

Serokê Misrê Abdulfetah El-Sîsî destnîşan kir ku hikumeta Wîfaq a Lîbyayê "ne xwedî îradeyeke azad e, ji ber ku koleya mîlîsên li paytextê ye" û her wiha diyar kir ku ewlehiya neteweyî ya Misrê ji ber helwesta Lîbyayê ku tê guhertin, zirar dîtiye.

Serokê Misrê Abdulfetah El-Sîsî duh wiha got: "Diviyabû me bi awayekî rasterast destwerdana Lîbyayê bikira. Em dikarin wê yekê bikin, lê belê me nekir. Ji ber ku gelê Lîbyayê destwerdana li ewlehiya wê bi awayekî rasterast, dê ji bîr neke."

Serokê Misrê diyar kir ku Lîbya bûye dergeh ji bo destpêkirina koçberiya neqanûnî ji bo Lîbyayê.

Daxuyaniyên El-Sîsî piştî ku balyozxaneya Lîbyayê li Qahîreyê xebatên xwe ji bo demeke nediyar ji ber sedemên ewlehiyê ji roja yekşemê de taloq kirin, hatin.

Hejmareke dîplomatên balyozxaneya Lîbyayê li Qahîreyê, beriya du rojan bi daxuyaniyekê tekez kir ku ji ber peymana bi Tirkiyê re îmze kiriye, ew ji hikumeta Wîfaq a Lîbyayê vediqetin û piştgiriya operasyona leşkerî ya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ji bo rizgarkirina Terablusê dikin.

Peymana ku di navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaq a Lîbyayê bi serokatiya Fayiz El-Sîrac de hatiye îmze kirin, li herêm û qada navneteweyî nerazîbûn çêkir. Parlamentoya Lîbyayê, tiştê ku El-Sîrac kiriye bi "îxaneta mezin" bi nav kir.

(cx)


Mijarên Din