El-Sîsî piştgiriya xwe ji desthilata Sûdanê ya nû re tekez kir

Serokê Misrê Abdullah Fetah El-Sîsî duh piştgiriya xwe ji desthilata nû ya Sûdanê re, dema ku serokê Meclisa Leşkerî Adulfettah Burhan li Qahîreyê pêşwazî kir, anî ziman.

El-Sîsî dema ku pêşwaziya serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Abdulfettah Burhan li Qahîreyê kir, wiha got: “Em ji bo piştgiriya birayên li Sûdanê amade ne da ku ev qonax li gorî nêrîna gelê Sûdanê were derbaskirin û rastî destwerdanên derve neyê."

Têkildarî mijarê berdevkê serokê Komara Misrê Besam Radî jî got: “El-Sîsî girîngiya parastina saziyên dewleta Sûdanê dixwaze.”

Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Abdulfettah Burhan ku cara yekem serdanekê ji derve re dike, duh gihaşt paytexta Misrê Qahîreyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serdana Burhan berî çend rojan ji greva giştî ya hat ku berpirsên tevgera çalakiyan li Sûdanê di rojên sêşem û çarşemê de bang li Meclisa Leşkerî kir ku desthilatê radestî sivîlan bike.

(eh)

 


Mijarên Din