El-Temran: armanca gefên Tirkiyê têkbirina rêveberiya xweser e

Cîgirê Serokê Partiya Modernîteya Demokratîk Mahir El-Temran destnîşan kir ku armanca gefxwarinên Tirkiyê beramberî Bakurê Sûriyê, binxistina Rêveberiya Xweser e û serkeftinên ku pêk aniye.

Cîgirê Serokê Partiya Modernîteya Demokratîk Mahir El-Temran ji ANHA`yê re behsa armanca gefxwarinên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rastiya "Herêma ewle" ku daxwaza avakirina wê dike, kir û got: "Tirkiyê ji binkeftinên xwe yên hundirîn direve.”

El-Temran diyar kir ku gefên Tirkiyê girêdyaî aloziyên yên hundirîn yên partiya AKP`ê ne  û got: “Yek ji sedemên girîng ew e ku Tirkiyê ji binkeftinên xwe aborî yên hundirîn û ketina buhayê lîreya Tirkiyê direve.”

El-Temran da zanîn ku yek ji armancên gefên Tirkiyê têkbirina Rêveberiya Xweser e, ew jî bi rêya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê pêk were û ev tişt got: “Erdogan hewl dide ku bi têkbirina projeya Rêveberiya Xweser nêrînên rizgarîxwaz ên Ocalanîzmê tune bike, bi awayî dê siyasetên xwe yên bê sinc û exlaq ên li dijî pêkhateya Kurd li Tirkiyê veşêre.”

‘Gefên Tirkiyê cidî ne’

El-Temran diyar kir ku yek ji sedemên gefên Tirkiyê jî ew e ku fişarê li Amerîka û Ewropayê bike da ku bandora kirîna sîsteme moşekên S-400 yên Rûsyayê li ser Tirkiyê kêm bike.

Der barê tasteqînî û cidiyeta gefên Tirkiyê El-Temran got: “Li gorî nêrîna min ev gefên cidî ne, lê bê sûd in û dê tu serkeftinê pêk neynin. Tu gefan bixwe tişteke û tu sûd jê bigre û bi serkeve tiştekî din e, Tirkiyê ya ku destwerdana Lîbyayê kiriye û têkiliya wê bi Qeterê re heye eger êrîşeke leşkerî bike dê ji binkeftinê zêdetir tiştekî bidest nexe.”

El-Temran behsa berêma ewle ya ku Tirkiyê dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava vike kir û diyar kir ku Tirkiyê ne herêma ewle dixwaze, lê dixwaze tiştên ku rêveberiyê bidest xistine hilweşîne û di encamê de zêdetir axa Sûriyê dagir bike.

El-Temran wiha dewam kir: “Rastiya van herêman ku ne mîna ya Efrînê ye, dê rê nede Tirkiyê van armancên xwe pêk bîne, li vê herêmê hêzên hevpeymanê hene, her Hêzên Sûriya Demokratîk hene ku wan jî teqez kriye ku dê şerekî hebûnê yê berfireh li dijî êrîşên Tirkiyê bikin.”

‘Tirkiyê hewl dide jiyana azad têk bibe’

El-Temran got: “Tirkiyê dixwaze Jiyana azad a li herêmên Rêveberiya Xweser tê çesipandin, têk bibe, bi hemû hêza xwe hewl dide aramiya herêmê têk bibe, ne ku dixwaze herêmên ewle ava bike. “Her wiha diyar kir ku herêmên rêveberiyê herêmên ewle ne, herêmên serkeftî ne û di her alî de pêşketinên nû nîşan dide.

El-Temran got niyetên Tirkiyê yên dijminan ne, pêwîst e bi hemû hêza xwe  ew li hemberî vê yekê têbikoşin. El-Temran bang li hemû gelên Sûriyê û pêkhateyên Rêveberiya Xweser kir ku bi yek destê li dijî gefên Tirkiyê têbikoşin.

El-Temran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Teqez dê Tirk di mijara avakirina herêma ewle de bi bin kevin, dê daxwaz û hewlên rêveberiyê bi ser kevin.”

(kn)

ANHA


Mijarên Din