El-Xez Elî: Dewleta Tirk plan dike êrişî Şengalê bike

Sekreterê giştî yê Tevgera Esaib Ehil El-Heq Qeys El-Xez Elî got dewleta Tirk plan dike ku havîna bê êrişî Şengalê bike û bang li hikumeta Iraqê kir ku di wê derbarê de tedbîrên pêwîst bigire.

El-Xez Elî di hevpeyîneke li gel televîzyoneke Iraqê de piştrast kir ku agahî li ser niyeta Erdogan a êrişkirina Şengalê di dema bê de, hene.

Erdogan di 22`yê Çileya borî de gefa êrişkirina li Şengalê xwaribû û wiha gotibû “Em ê şevekê ji nişka ve bên.” Ew yek piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji Bexdayê re di 18-19`ê Çileyê de û hevdîtina wî bi rayedarên hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê re, pêk hatibû.

El-Xez Elî her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike ku Şengal, Telefer, deşta Nînewa û parçeyekî mezin ji Kerkûkê dagir bike û wiha lê zêde kir: “Li gorî agahiyan, gava yekemîn dê dagirkirina Şengalê be.”

Piştî serdana Hulusî Akar ji Bexda û Hewlêrê re, hişyariyên li ser niyeta dagirkeriya Tirk ên êrişkirina Şengalê dest pê kirin.

El-Xez Elî bang li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku ji bo bersivdayîna dagirkeriya Tirk saziya leşkerî ya asîmanî amade bike û sîstemeke parastina asîmanî bikire da ku serweriya xwe biparêze.

(cx)


Mijarên Din