Elaa Arafat: Heta niha hikumeta Şamê bi awayekî cidî nêzî çareseriya siyasî nebûye

Sekreterê Partiya Vîna Gel Elaa Arafat got heta niha hikumeta Şamê çi li ser asta komîteya destûrê yan jî mijarên din, bi awayekî cidî û bi berpirsyarî tev li çareseriya siyasî nebûye.

Elaa Arafat di hevpeyvîneke taybet de bi ANHA`yê re bal kişand ser hewldanên çareseriya krîza Sûriyê û got ku ew bawer nakin ku aliyên herêmî rê li pêşiya hikumeta Sûriyê digirin ku bi awayekî cidî tev li diyalogê nebe.

*Partiya we bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re girêdayî çareseriya siyasî ya li Sûriyê protokolek îmze kir, gelo ev protokol gihîşt ku derê? Mîna ku di kongreya çapemenîyê de hatiye ragihandin ji şandeyê Neteweyên Yekbûyî (NY) re yan jî ji hikumeta Şamê re hatiye pêşkêşkirin an na?

Muzakereya ku hatiye îmzekirin, mîna me bi gelek boneyan gotiye, gava yekemîn e ku em jê dest pê bikin û armancên ragihandî pêk bînin. Ev yek demê dixwaze. Em jî hewl didin ku ev dem kin be. Erê rast e me radestî şandeyê (nûnerê) NY`yê kiriye. Li gorî agahiyên min ji hikumeta Şamê re jî hatiye pêşkêşkirin. Lê heta niha nûnerê NY`î tu bertek nîşan nedaye. Helwesta hikumeta Şamê jî bi awayekî neyekser bi rêya daxuyaniya wezîrê derve yê Sûriyê di kongreyeke hevbeş de bi birêz Lavrov re diyar bû.

*Hikumeta Şamê bi rêya Welîd Muelîlm di civîneke çapemeniyê de ya bi Lavrov re protokola lihevkirinê red kir û ew wek ne destûrî wesifand, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Bi baweriya me her aliyek Sûriyê di dîtina çareseriya siyasî de cidî ye, divê vê muzakere li dijî xwe nebîne. Lê belê weke xebateke neteweyî giştî ku parastina yekitiya Sûriyê û bi dawîkirina aloziya wê bi rêya çareseriya siyasî, bibîne.

*Hikumeta Şamê hîna diyalogê red dike, gelo hîna heman zîhniyetê dimeşîne yan jî hinek aliyên herêmî nahêlin ku tev li diyalogeke cidî bibe? Encama vê yekê li ser welêt çi ye?

Ji aliyê teşeyê ve, mirov nikare bêje ku hikumeta Şamê diyalogê red dike, ji ber ku bi awayekî mayinde piştrast dike ku ew bi diyalogê re ye. Lê li ser asta pratîkê heta vê kêliyê me tu tevlêbûneke cidî û berpirsyar di çareseriya siyasî de nedît, çi li ser asta komîteya destûrê yan jî mijarên din. Em bawer nakin ku aliyên herêmî rê nadin ku hikumeta Şamê tev li diyalogê nebe. Dibe ku hinek propagandaya vê yekê dikin da ku ji berpirsyariyê birevin. Yan jî fîtneyê di navbera aliyên herêmî û navneteweyî de derbixin. Lê di rastiyê de aliyên Sûriyê bi giştî û hikumeta Şamê bi taybet heke vîneke siyasî hebûya dikarin aloziyê çareser bikin.

*Gelo Rûsya nikare nêrîna xwe li Şamê ferz bike?

Li gorî tecrubeya me ya demdirêj girêdayî siyaseta Rûsyayê li hemberî Sûriyê û rejîma Sûriyê, ew bi mentiqa ferzkirinê kar nake. Di radeya yekemîn de ev girêdayî nimûneya nû ve ya ku Rûsya û Çîn bi hev re girêdayî têkiliyên navneteweyî di çarçoveya nakokiya li ser nimûneya rojavayî ya ku bi hişmeniya mêtîngeriya berê kar dike de pêşkêş dike. Lewre ji Rûsyayê nayê xwestin ku tiştekî bi hêzê ferz bike. Lê belê îqna bike da ku gelê Sûriyê karibe biryara 2254’an bi temamî pêk bîne yanî mafê diyarkirina çaranûsa xwe bi dest bixin.

*Hikumeta Şamê di diyalogê de ne cidî ye, opozîsyona girêdayî dewleta Tirk bi biryara wê ve girêdayî ye, Rêveberiya Xweser jî hatiye dûrxistin. Tu hêviyên we ji civînên Cinêv û Astanayê hene? Bi nêrîna we çareserî çi ye?

Em her tim dubare dikin ku hinek aliyên radîkal di aliyên cuda yên Sûriyê de hene û çareseriya siyasî ne ji berjewendiya wan e. Ji wê zêdetir hewl didin wê asteng bikin. Lê îro ew zaîf bûne. Sibe jî wê zaîftir bibin. Ji ber ku hêza xwe ji hegemoniya rojavayî bi taybet ya Amerîkayê digirin. Çi bi awayekî yekser û ragihandî yan jî bi awayekî neyekser û veşartî. Ji ber ku ji berjewendiya DYA`yê ye ku alozî çareser nebe û dixwaze wê heta demekê paşde bixe. Ev yek ji berjewendiya kesên radîkal in ên ku ji berdewamiya karesatê sûdê werdigirin an jî ên ku ji guhertinê ditirsin.

Bi vekişandina Amerîkayê ya bilez re, bilindbûna îhtîmalên vekişîna giştî, hêza kesên radîkal ji bo derengxistina çareseriyê zaîf dibe. Lewre civînên Cinêv, Astana û heta gera 2254’an dê di pêvajoya bê de derbasî qonaxeke nû bibin, rewşa pêkanîna rastîn. Bûyerên ku heta niha rû dane, tenê amadekarî bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din