Elizabeth Gewriyê: Em gihaştin nexşeyeke nû

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabeth Gewriyê got: "Di civîna salane ya Rêveberiya Xweser de em gihaştin formeke yekbûyî û nexşeyeke nû ji bo xebatê pêşerojê."

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabeth Gewriyê armanca sereke ya lidarxistina civîna salane ya rêveberiyê, mijarên hatin nîqaşkirin û girîngiya wê nirxandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane 2 rojan bê navber li hola civînan a Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê bi beşdariya endamên MSD’ê, Desteya Serokatiya Rêveberiya Xweser, deste, buro û hevserokên 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabeth Gewriyê got: "Girîngiya vê hevdîtinê ew e ku nêrînên 7 rêveberiyên sivîl û xweser guhdar bikin, astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin nîqaş bikin da ku werin derbaskirin."

Elizabeth Gewriyê wiha domand: "Di nîqaşên berfireh ên di navbera beşdaran de û nêrînên ku derketin pêş em gihaştin formeke yekbûyî û nexşeyeke ji bo xebatên pêşerojê."

Elizabeth bal kişand ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina hin deveran di sala 2019‘an de krîzek mezin a mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser çêkir, di encamê de barê rêveberiyê yê peydakirina pêwîstiyên koçberan û avakirina kampan giran kir.

Elizabeth Gewriyê di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku tinekirina DAIŞ û têkoşîna li dijî şaneyên wê yên veşartî yek ji serkeftinên mezin ên ku hêzên ewlehiyê bidestxistine, îsbata çalakbûna hêzên di parstina gelê Sûriyê de kir û got, xeteriya DAIŞ‘ê hîna heye.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku di civînê de mijara çareserkirina aloziyê Sûriyê, her wiha hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo ku xwe bighînin hikûmeta Sûriyê ya navendî ya li Şamê hatin nîqaşkirin, armanc ji vê yekê avakirina pergaleke ne navendî ye. Elizabeth Gewriyê diyar kir ku ew bi diyalogên navxweyî bawer in ku dikarî dawî li aloziyê werîne.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabeth Gewriyê got, di nîqaşên tevahî beşdarên civînê de diyar bû ku armanca wan a sereke parastina geografiya Sûriyê ye û divê sîstema li Sûriyê demokratîk pirrengî be ku mafê hemûyan biparêze û her kes di maf û erkan de beşdar bin.

ANHA


Mijarên Din