'Em ê 8`ê Adarê bi pêşengtiya dayika Aqîde û Hevrîn Xelef vejînin'

Jinên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kirin û îşaret pê kirin ku ew ê 8`ê Adarê bi pêşengtiya dayika Aqîde û Hevrîn Xelef vejînin.

Jinên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê Roja Cîhanî ya Jinan 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û der barê vê yekê de bi ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Jina bi navê Fewza Omer  8`ê Adarê li şervanên YPJ û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Jina Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe, li seranserê cîhanê deng veda."

Fewza destnîşan kir ku îsal 8`ê Adarê ji salên din cudatir e, ji ber ku dê bi pêşengtiya dayika Aqîde û Hevrîn Xelef û bi berxwedana jinan ya 9 salan, vejînin. Fewza teqez kir ku dê her rojên salê bikin cejna jinê.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Fatme Keleş wiha axivî: "Ji bo me her roj 8`ê Adarê ye. Lewra divê hemû jin asta têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku çewisandina li dijî nasnameya jinê hatiye meşandin, ked û têkoşînek du qat dixwaze." 

Fatme wiha domand: "Jina Kurd ji bo azadiya tevahî jinên ku rastî zulmê hatine têdikoşe."

Di dawiyê de Fatme 8`ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û teqez kir ku dê her roj bikin cejna jinê.

Jina bi navê Amşe Silêman jî wiha got: "8`ê Adarê gava yekemîn bû ku jin  xwe ji zulma zihniyeta mêrdestiyê û civakê, xilas bike. Her wiha jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku ji zihniyeta desthildar a civakê xilas bibin, kedekî mezin dan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirin bingeh."

(şx)

ANHA


Mijarên Din