‘Em ê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê bidomînin’

Şêniyên Efrînê diyar kir ku tevî topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser kantona Şehbayê jî berxwedana xwe didomînin.

  Artêşa Tirk a dagirker topbarana li ser gundewar û bajarokên kantona Şehbayê ku şêniyên Efrînê yên bi neçarî koçberiyê bûne lê dijîn, didomîne. Artêşa Tirk a dagirker herêmên ku şênî tê de dijîn, her demekê topbaran dike. Ji ber wê ziyanên mirovî û madî çêdibin.

Welatiyê bi navê Comerd Muxtar got duh topek avêtin wan û top li nêzî Komîna 10`an a Til Rifet ket bêyî ku ziyanên mirovî çêbin û wiha anî ziman: "Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker di nava çend rojên derbasbûyî de bi dehan şêniyên Efrînê şehîd bûn."

Muxtar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê berxwedana xwe bidomînin heta ku Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin."

Gundê Soxankê rojane tê topbarankirin

Li gundewarên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê artêşa Tirk a dagirker bi awayekî rojane gundê Soxankê topbaran dike, her wiha darên zeytûnan ên welatiyan dişewitîne.

Welatiyê bi navê Kanîzar Mihemed ê ji gundê Soxankê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirekr agir bi zeviyên wan ên zeytûnan xist û nêzî 250 dar şewitandin û wiha got: "Min nikaribû xwe bigihînim wê derê û agir vemirînim."

Welatiyê bi navê Hisên Mamo jî got artêşa Tirk a dagirker gundê wan dike hedef û destnîşan kir ku ew tu carî ji gundê xwe dernakevin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din