‘Em bi hêzên xwe bawer in û bi xaka xwe ve girêdayî ne‘

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê îşaret bi ewlehiya navçeyê û başiya debarê kirin û piştgiriya xwe bi hêzên parastinê re anîn ziman.

Li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî nêzî hezar û 500 malbatên ji pêkhateyên Ereb û Kurd hene. Di êrişên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Girê Spî de bi sedan kes koçî navçeyê bûn.

Artêşa Tirk a a dagirker û çeteyên wê bi armanca guhertina demografyaya herêmê êrişên dijwar anîn ser navçeya Eyn Îsayê.

Di encama êrişên dawî yên çeteyan li derdora navçeya Eyn Îsayê de bi dehan kes koçber bûn. Dîsan jî gelek kes bi xaka ve girêdayî man û qebûl nekirin ji malên xwe derkevin. Di nava çend rojên dawî de rewşa jiyanî êdî asayî dibe.

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji ANHA‘yê re diyar kirin ku baweriya wan bi hêzên wan mezin e û teqez kirin ku ew bi axa xwe ve girêdayî ne û her cûre dagirkerî û koçberkirin ku çete hewl didin pêk bînin, red dikin.

Hîlal Îbrahîm ku xwedanê firoşgehekekê li bazara Eyn Îsayê ye bal kişand ku navçeya Eyn Îsayê aram û bi ewle ye, îdîayên têne belavkirin ne rast in û got ku wî yekcar dikana xwe negirtiye û liv û tevgera bazarê wekî berê ye.

Hîlal Îbrahîm anî ziman çi dibe bila bibe, ew ji navçeyê dernakeve û ev tişt got: "Em li vir in, bi xaka xwe ve girêdayî ne û ji ti kesî re nahêlin."

Mihemed Şiwên ê ji navçeya Eyn Îsa ye destnîşan kir ku liv û tevgera bazarê baş e, hemû karker li ser karê xwe ne û xizmetguzariya navçeyê û bejahiyê jî baş e.

Mihemed Şiwên sedema koçberbûna hin şêniyên navçeyê spart êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê û diyar kir ku êriş xof û tirs xist nava şêniyan.

Mihemed anî ziman kir ku divê şênî li navçeyê vegerin û destnîşan kir ku ji Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî Parastina navçeyê ewlehiya navçeyê diparêzin.

Mihemed Şiwên bal kişand ser ku tevî ku hin alî hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, lê ew ê bi xaka ve girêdayî bimîne.

Di heman çarçoveyê de berpirsê Ewlekariya Bendan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li navçeyê Welat Îsmaîl got, erka wan e parastina şêniyên navçeyê bikin, li ser vî esasî bendên ewlekariyê û dewrî bi erka xwe radibin.

Welat êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar kir û got, tevî hevpeymanên agirbestê artêşa Tirk û çeteyên xwe êrişan pêk tînin, ji ber vê yekê bi sedan şênî ji malên xwe derketin û li herêmên bi ewle bi cih bûn.

Welat Îsmaîl îşaret bi berxwedana hezên leşkerî ya li dijî êrişên li ser navçeyê û piştgirtiya şêniyan a bi hêzên parastinê re kir û da zanîn ku şêniyan di çarçoveya parastina rewa de piştgiriya hêzên leşerkî dikirin.

Welat Îsmaîl got, armanca çeteyan qetilkirina sivîlan, koçberkirina şêniyan û diziya mal û milkan e û bi bîr xist ku bi dehan koçber giliyên girêdayî bûyerên diziya erebeyan û revandinê sivîlan ji aliyê çeteyan ve pêşkêşî kirine.

Berpirsê Buroya Ewlekariya Bendan ê navçeyê nameyek arasteyî şêniyên herêmê kir û got,"Em ê heta dawiyê parastina xaka xwe ji dagirkeran bikin, hûn li ku derê bin em bi we re ne, sedem çi dibe bila bibe, rewş çawa be bila bibe, armanca me yek e, ew jî parastina gelên xwe û garantiya ewlehiyê ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din