‘Em bi saya fedakariyên şehîdan bi rûmet dijîn’

Beşdarên merasîma bîranîna 43 şehîdan diyar kir ku bi saya fedakariyên şehîdan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî, aştî û bi rûmet dijîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê merasîma bîranîna şehîdên meha Çileyê yên ku di demên cuda de şehîd bûbûn, li dar xist.

Bi dehan endamên malbatên şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed navên 43 şehîdên ku di meha Çileyê de şehîd bûne, xwendin.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewdet El-Luheybî wiha axivî: "Şehîdan di oxira azadî û rûmetê de xwe feda kir. Şervanên QSD`ê jî heta avakirina Sûriyeke demokrat û nenavendî, dê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer jî diyar kir ku bi saya fedakariyên şehîdan gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî, îstiqrar û bi rûmet dijîn.

El-Omer axaftina xwe wiha domand: "Dagirkeriya Tirk rojane herêmên me topbaran dike. Ji bo ku em destkeftî û xaka xwe biparêzin, divê em hevigrtî bin û li ser rêya şehîdên xwe bin.”

Bîranîn bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dm)

ANHA


Mijarên Din