`Em ê bi saya fedekariyên hêzên xwe vegerin Efrînê`

Şêniyên Efrînê yên ku ji warên xwe koçber bûne û niha li bajaêr Helebê dimînin, bang kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derkevin. Her wiha gotin: “Her çendî em rastî zehmetiyan werin jî em ê di dawiyê de serbikevin.”

Ev du salin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên barbar kantona Efrînê dagir kirine. Bi sed hezaran şêniyên ku ji ber zilma artêşa Tirk û çeteyên wan koçber bûne, li kantona Şehbayê liber xwe didin. Ji aliyekî ve dewleta Tirk a dagirker herêmê topbaran dike û ji aliyekî ve jî rejîma Sûriyê herêm xistiye dorpêçê. Li rexma hemû zehmetiyan şênî liber xwe didin û asta têkoşînê bilind dikin.

Şêniyên Efrînê yên ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimînin diyar kirin ku ew bi hêvîne bi saya têkoşîna  YPG, YPJ û QSD`ê vegerin warên xwe.

Şêniyê bi navê Sefer Yusif ji pêkhateya Turkmen e. Yusif ji gundê Seco (Bab El-Selame) ê girêdayî herêma Ezazê ye. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê wî dagir kirin û ew jî ber bi kantona Efrînê ve koçber bû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, carek din koçber dibe û berê xwe dide bajarê Heleb û niha li taxa Şêxmeqsûd  li beşa Rojava dimîne.

Girêdayî rêwîtiya koçberiyê Yusif got: "Dema Tirkiyê û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirin, ez neçar mam mala xwe berdim. Çeteyan mala min talan kirin. Lê ji ber ku keça min û zarokên xwe li gundê Sînka mabû, ez neçar mam vegerim Efrînê. Lê min nikarî binpêkirinên dagirkeran ên li dijî sivîlan tehemul bikim."

Tevî ku Yusif temenmezin e û lingê wî seqet e, ew û keça xwe bi peyatî ji Efrînê direvin. Yusif got: “Ez bûme şahidê gelek şeran, yek ji van jî şerê Teşrînê bû. Lê min tiştek wekî zilma ku li Efrînê tê kirin, nedîtiye.”

Di dawiyê de Yusif bang kir ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.

Şêniyê bi navê Sebrî Hemo yê ji gunêd Qude yê girêdayî navçeya Reco yê ye got: "Em ji warên xwe koçber bûn. Me aloziyek bi vê astê nedîtiye. Em nikarin roja derketina ji Efrînê ji bîr bikin. Çawa balafirên Tirk êrişî me kirin û çawa me rê li ser laşên zarok û jinan derbas kir da ku malbatên xwe xilas bikin. Wê hertim di hişê me de zindî bimîne."

Sebrî nerazîbûna xwe ji helwestên civaka navnetewyî û cîhanê yên li hember binpêkirinên Tirkiyê li nîşan da û got: "Helwestên wan li hember dagirkeriyê û sûcên wê li Efrînê neyînî bûn. Ew rewşên mirovî ya bi sedhezaran ji şêniyên Efrînê ya nebaş paşguh dikin."

Di dawiyê de Sebrî got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahiya cureyên wêraniyê li Efrînê bikar tînin. Sûcên qirkirina nîjadî û sûcên derexlaqî dikin. Çavên me li hêzên me ne. Ger çareseriyek hebe wê bi destê wan be. Hêviyên me bi hebûna wan mezin e. Çendîn astengî mezin bin û pir bin em ê di dawiyê de biserkevin."

Jina ciwan a bi navê Sara Reşo dibêje: "Em wek gelê Kurd, em ê heya nefesa dawîn liber xwe bidin. Em piştgiriya hêzên xwe YPG, YPJ û QSD`ê dikin. Ew ê Efrînê rizgar bikin. Çendîn artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hegemoniya xwe li Efrînê ferz bikin. Em bêdeng namînin û helbet em ê rojekê bi serkevin û vegerin warên xwe."

(şx)

ANHA 


Mijarên Din