‘Em ê çanda aştiyê di civakê de belav bikin’

Şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên bajarê Helebê sersaxî ji malbata şehîd Şoreş Heleb xwest ku di 22’yê Gulanê de dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bûbû. Di bin konê sersaxiyê de hate gotin ku dê bi hevgirtin û biratiyê çanda aştiyê di civakê de belav bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê, konê sersaxiya malbata şervanê YPG’ê Reşîd Husên bi nasnav Şoreş Heleb, li dar xist. Kon bi wêneyên şehîd Şoreş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî bi dirûşmên silavkirina şehîdan berê xwe da kon. Di bin kon de deqeyekê rêz hate girtin. Dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, nûnerên komînên her du xetên şehîd Gulê Selmo û Şîlan, KPCD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û partiyên siyasî gelek kes axivîn.

Axêveran sersaxiya malbata şehîd Reşîd kir û ji wan hêviya aramiyê kir. Axêveran îşaret bi cihê şehîdan ê mezin û qurbaniyên wan bi hedefa pêkanîna azadî û jiyana birûmet ji hemû gelan re kir.

Li aliyekî din jî axaftvanan soz da ku bi rêya hevgirtin û biratiyê dê xebata belavkirina çanda aştî, hezkirin û jiyana hevbeş a ku şehîdan kedeke mezin ji bo wê daye da ku di civakê de bê sepandin, bê kirin.

Dê kon heta saetên êvarê bidome.

(fr)


Mijarên Din