‘Em derfet nadin ku Erdogan axa Sûriyê parçe bike’

Pêkhateya Ereb ên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku beşdarî mîtînga duh a li Kobanê bûn, diyar kir ku Erdogan dixwaze bi lêkirina dîwar Efrînê ji axa Sûriyê qut bike û destnîşan kir ku dê li hember vê yekê bê deng nemînin.

Bi sedan ji pêkhateya Ereb ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi mîtîngekê li bajarê Kobanê lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir û tekez kirin ku Erdogan senaryoyê komkujiyên ku berê dewleta Osmanî pêk anîne, careke din li Efrînê dubare dike û rojane qetilkirin, revandin, tecawizkirin, talankirin çêdibe, mal û milkên şêniyan didize, lê tevî vê yekê jî çavê wî têr nabe û bi armanca ku  axa Sûriyê parçe bike, dest bi lêkirina dîwar li Efrînê  kiriye.

Şêxê ji bajarê Minbicê yê bi navê Îbrahîm El-Yeis dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir û got: "Em wek pêkhateya Ereb, em tu carî derfet nadin dewleta Tirk ku projeya neteweya demokratîk a biratiya gelan ji hev bixe, ji ber wê jî dema ku me dît Erdogan dîwar li Efrînê lê dike, me dest bi çalakiyan kir ji ber ku em dizanin lêkirina dîwarê li Efrînê tê wateya parçekirina axa Sûriyê."

Jina bi navê Zekiya Mistefa wiha axivî: "Em dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin, ji ber ku dîwarê dagirkeriyê li Efrînê lê dike, em jî bi armanca ku li kêleka birayên xwe yên Kurd bisekinin, me berê xwe daye bajarê Kobanê.

Li aliyekî din Meryem El-Ehmed diyar kir ku pêkhateyên Sûriyê pir zehmetî ji aliyê dagirkeran ve dîtin û niha jî dewleta Tirk careke din dixwaze axa Sûriyê dagir bike û got: "Ev demek e dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi projeya lêkirina dîwar li Efrînê kiriye, lê belê em wek pêkhateyên Ereb çi ji me were xwestin, ji bo Efrînê em amade ne bikin."

Şêniyan bang li hêzên navneteweyî kir da ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.

(sn-hk)

ANHA  


Mijarên Din