‘Em ê desteka QSD`ê dewam bikin û destwerdana Tirkiyê li herêmê red dikin’

Cîgirê berpirsê Fermandariya Hevbeş a Operasyonan general Nicholas Pont spasiya QSD`ê ji bo keda ku di ber têkbirina DAIŞ`ê de daye, kir û  anî ziman ku ew ê destekdayîna QSD`ê dewam bikin û tekez kir ku ew destwerdana Tirkiyê li herêmê red dikin.

Cîgirê berpirsê Fermandariya Hevbeş a Operasyona Ezm El-Selib û berpirsê Hêzên Koalîsyonê li Sûriyê general Nicholas Pont di civîna salane ya QSD`ê de axivî.

Pont di axaftina xwe de şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi bîr anîn û spasiya QSD`ê kir ji bo keda ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku bi awayekî mezin kêm bûye, dide.

Nicholas Pont got Koalîsyona Navneteweyî dê destekdayîna QSD`ê dewam bike û ew ê bi awayekî domdar hêzan perwerde bike.

Pont wiha dewam kir: “Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi Tirkiyê re der barê parastina sînor de  hevpeyman çêkir, anku ji îro û pê ve dê tu metirsiyên Tirkiyê yan jî Hêzên Sûriya Demokratîk tune bin.”

Pont tekez kir ku dê tu destwerdaneke hêzên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune be û ew destwerdanên Tirkiyê li ser vê herêmê red dikin.

Civîna salane ya QSD`ê li pêşiya dezgehên çapemenî girtî dewam dike.

Civîna salane ya QSD`ê serê sibê li bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê dest pê kir.

(kc)

ANHA


Mijarên Din