‘Em ê destkeftî û nirxên şehîdên xwe biparêzin’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê piştrast kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û destkeftî û nirxên wan biparêzin.

Bi boneya Roja Şehîdan ku dikeve 18 ê Gulanê, Meclisa Malbatên Şehîdan ji goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê bi amadebûna malbatên şehîdan daxuyaniyek da.

Ronahî Ehmed bi zimanê kurdî û Dilava Mihemad jî bi zimanê erebî daxuyanî xwend. Dilava wiha got:  "Em wek malbatên şehîdan roja 18`ê Gulanê li hemû şehîd û malbatên wan pîroz dikin û şehîdê yekemîn ê tevgera rizgariyê şehîd Hakî Karer bi bîr tînin."

Dilava wiha berdewam kir: "Şehîd Hakî di nava tevgera azadiyê de ji bo gelên bindest şer kir û bû sembola berxwedanê, ew şopdarê rêya heqîqetê bû û li dijî hişmendiya faşîzmê şer kir. Şehîd Hakî felsefeya biratiya gelan ji xwe re kiribû bingeh û pêşengiya wê yekê kir."

Her wiha destnîşan kir ku berxwedan ji beriya 42 salan ve berdewam e û bi hezaran keç û xortan rêya şehîd Hakî Karer şopand.

Dilava wiha lê zêde kir: "Em wek malbatên şehîdan hişmendiya înkarkirina Kurdan şermezar dikin û li ser rêya şehîdên xwe dimeşin. Şehîd li gel mirovahiyê û li gel Xweda pîroz in. Lewra dewletên zordar ji şehîdên me ditirsin û dixwazin gorên wan birûxînin da ku hebûna wan înkar bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan wiha got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in û em bi wan re dijîn. Lewra em binpêkirinên der heqê wan de qebûl nakin û em ê destkeftî û nirxên wan biparêzin."

ANHA


Mijarên Din