‘Em destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red dikin’

Şênî û rêveberiya kantona Girê Spî destwerdana Tirkiyê ya ji xaka Sûriyê re red kir û tekez kir ku bi yekitî û hevgirtina wan dê hemû siyasetên Tirkiyê têk biçin.

Şêniyên Girê Spî der barê gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Sûriyê de ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Îbrahîm El-Hisên ji pêkhateyên Tirkmen e û wiha got: "Şêniyên Girê Spî bi hev re dijîn, bi hev re li hember hêzên dagirker disekinin. Gefên Tirkiyê û xurtkirina hêzên wê li ser sînorê kantonê me natirsînin. Ev yek lawazbûna wan diyar dike."

Îbrahîm El-Hisên di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em ji Tirkiyê re dibêjin ku bila pirsgirêkên xwe di hundir de çareser bike û destwerdana kar û barên dewletên cîran neke."

Îbrahîm El-Hisên di dawiyê de tekez kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê ji Sûriyê re, destwerdana wê di kar û barên Sûriyê de û gefên li ser kantona Girê Spî red dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi hebûna QSD`ê em dikarin xaka xwe biparêzin."

Welatiyê bi navê Kamîran Îbo ji pêkhateya Kurd u û got şêniyên Girê Spî bi hev re li kêleka hev dijîn û wiha axivî: "Em tu destwerdanên derve qebûl nakin. Em tu carî Girê Spî ne ji Tirkiyê re û ne ji derveyî wê re bernadin. Em ê destekê bidin hêzên xwe."

‘Zêdekirina hêzên Tirkiyê şerekî taybet e’

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid got zêdekirina Tirkiyê ya hêzên xwe li ser sînor û gefên wê li ser herêmê, şerekî taybet ê Tirkiyê li ser herêmê ye.

Hemîd El-Ebid wiha got: "Gel yek e û hevgirtî ye. Ev şerekî taybet e. Armanca wê ku gelê me bitirse lê belê gelê me ji vê yekê zanetir e."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid tekez kir ku ew parçeyek nayê parçekirin ji Sûriyê ne, dê li hember dagirkeriyê bisekinin, tu carî derfetê nadin ku senaryoya Efrînê li Girê Spî dubare bibe û tekez kir ku ew ê destekê bidin QSD`ê ku ji zarokên herêmê ne.

Dewleta Tirk beriya çend rojan hêzên xwe li ser sînorê bi bajarê Girê Spî re zêde kiribûn. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 15`ê Tîrmehê di axaftina xwe de gef li bajarê Girê Spî û Til Rifetê xwarin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din