‘Em dixwazin agahiyekî li ser rewşa Rêber Ocalan bigirin‘

Li girava Îmralî ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye di 27’ê mehê de şewat derket. Têkildarî şewatê şêniyên navçeya Dirbêsiyê bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku destwerdanê bike da ku agahî derbarê rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan bê girtin.

Roja 27’ê mehê li girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye şewat derket. Têkildarî rewşa tenduristî ya Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Li seranserî Rojava û Bakurê Sûriyê, Kurdistanê û cîhanê gel di nava çalakiyan de ne. Şênî bang dikin ku agahiyekî li ser rewşa Rêber Ocalan dixwazin.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û bi lez rê bidin parêzer û malbatê ku serdana wî bikin.

Şêniya bi navê Nûra Mihemed  got: “Şewata li girava Îmraliyê derket berdewama komploya 15‘ê Sibatê ye. Bi girtina Rêbertî nikarin fikir û felsefeya wî tarî bikin. Şewata li girava Îmraliyê derket bi zanebûn bû."

Nûra Mihemed, bang li rêxistinên hiqûqî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku agahiyekî derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bide û bihêle parêzer serdana wî bikin.

Şêniyê bi navê Mihemed Şêxmûs jî got: "Em agahiyekî der barê rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan nizanin, em gelekî bi fikar in û dizanin ku Tirkiyê ev şewat derxistiye. Ji ber ku kiryarên wiha berê kirine."

Şêniya bi navê Wîsam Osman bang li civaka navdewletî kir ku bikeve tevgerê û agahiyan di derbarê Ocalan de bide.

ANHA


Mijarên Din