‘Em hemû di paqijiyê de hevkar in’

Di bin dirûşma "Em hemû di paqijiyê de hevkar in" Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê hemleya paqijiyê li kolanên bajêr organîze kir.

 Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan bi dirûşma "Em hemû hevkar in di paqijiyê" hemleya paqijiyê li bajarê Kobanê li gelek kolan û taxên bajêr li dar xist.

Hemle paqijiyê ji Taxa Şehîd Xebat dest pê kir û gelek taxên din pêk hat, beşdarên hemleyê bang li hemû şêniyên bajêr kir ku beşdarî parastina paqijiya kolanên bajêr û taxên wê kir.

Tê payîn ku hemle her hefte rojekê bi beşdarbûna endam û rêveberiyên meclisê bê organîzekirin da ku girîngiya paqijiyê teqez bikin.

Ev hemle piştî gelek hemleyên li bajarê Kobanê ji aliyê saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser bi armanca parastina bajêr hatin lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din