`Em hemû şopdarên Leyla Guven in`

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi muwekîlê xwe re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Her wiha tekez kir ku ew şopdarên Leyla Guven û berxwedana wê ne.

Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, bi dehan çalakvanan li Kurdistan, Tirkiyê û Ewropayê dest bi grevên birçîbûnê kir. Çalakiyên wan heta niha berdewam in li gel dijwarbûna rewşa wan û her wiha metirsiyên li ser tenduristiya wan zêde dibin. Rêxistinên mirovî yên ku xwe bi rêxistinên mafên mirovan bi nav dikin, bê deng in. Ji aliyê xwe ve şêniyên navçeya Dirbêsiyê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku rewşên çalakgeran di ber çavan re derbas bikin û armancên wan bînin cih.

Şêniya bi navê Dîlber Şemo destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi pêşengiya Leyla Guven ji cîhanê re asta vîna jina Kurd û israra wê îsbat kir. Her wiha asta hezkirin û girêdana gelê Kurd bi rêberê xwe Ocalan re îsbat kir.

Dîlber destnîşan kir ku destûrdayîna ku parêzerên Ocalan muwekîlê xwe bibînin, nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Dîlber tekez kir ku gel heya Ocalan azad di nav xwe de nebîne, bê deng namîne.

Dîlber dibîne ku têkoşîna parlamenter Leyla Guven û tevahiya çalakgerên greva birçîbûnê sedema pêkhatina gelek guhertinan di dîroka gelê Kurd de li tevahiya cîhanê û gelên Rojhilata Navîn şiyar kirin, ji ber wê projeya gelê Kurd dê bi ser bikeve.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Asim Cuma bang li rêxistinên mirovî kir ku li hember rewşa çalakgeran bilivin, bi wijdan karê xwe bikin, berjewendiyên xwe yên taybet bidin aliyekî û armancên wan bînin cih, ji ber ku rewşa çalakgeran roj bi roj dijwartir dibe.

Şêniya bi navê Xewle Welîd got: "Pêkhatina hevdîtinê siyasetek ji siyasetên dewleta Tirk e û rawestandina grevên birçîbûnê armanc dike. Lê em wek gel bi rêberê xwe ve girêdayî ne. Em ne tenê hevdîtinê dixwazin, lê belê em dixwazin ew di nav me de azad û bi rûmet bijî."

Xewle diyar kir ku parlamenter Leyla Guven mohra xwe danî rûpelên dîrokê û êdî dîrok bi têkoşîn û vîna jinên Kurd dagirtî ye. Xewle wiha di dawiyê de got: "Wek jinên Dirbêsiyê em şopdarên Leyla Guven in û em piştgiriya berxwedana wê dikin. Em hemû li dû Leylayê ne û piştgiriya berxwedana wê dikin."

(şx)

NAHA


Mijarên Din