‘Em heta rizgarkirina Efrînê soza berxwedanê didin’

Şêniyên Efrînê û Şehbayê sersaxî ji malbata têkoşer Zekeriya Efrîn re xwestin. Şêniyan heta rizgarkirina Efrînê soza şopandina rêya şehîdan dan.

Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî konê sersaxiya ji malbata şehîd Zekeriya re bûn. Konê sersaxiyê li qada dibistana Til Qerah hate vedan. Şehîd Zekeriya Silêman (Zekeriya)di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdamê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyê şehîd Zekeriya Efrîn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG`ê û Tevgera Civaka Demokratîk hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê destpê kir, paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Murad axivî û sersaxî ji malbata şehîd Zekeriya re xwest. Hisên got: "Heta pêkanîna civaka azad û demokratîk" em ê şopandarên rêya şehîdan da bin.”

Murad destnîşan kir ku têkoşer Zekeriya bi kesayeta xwe ya berxwedêr û niştimanî dihat naskirin û wiha anî ziman: "Xizemt ji doz û gelên xwe re kir, her wiha li dijî siyaseta tunekirin û kesên dijîtiya azadiyê dikin li ber xwe da. Zekeriya rûmet û navekî giranbuha bidest xist.”

Her wiha ji rêveberên Kongreya Star Newroz Haşim axivî û got ew vîna xwe ji  şehîdên xwe digirin û wiha pê de çû:"Şehîdên me heta pêkanîna civaka demokratîk û azad li ber xwe dan û têkoşiyan."

Newroz di dewma axaftina xwe de bal kişand ser rola ku dikeve ser milê gelê têkoşer û wiha got: "Dema şehîd di oxira parastina doza xwe de, şehîd dikevin, asta berxwedan û têkoşîna me bilind dibe."

Ji rêveberên Meclisa Kantona Şehbayê Fatime Aosîbo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tekez kir ku ew ê ji bo têkbirina siyaseta dagirkeriya Tirikyê ya li herêmê tê bikoşin û wiha got:"Em ê li dijî projeya Tirkiyê ya dagirker bisekinin."

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê endama komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Ofa Mihemd ve hate xwendin.Tê payîn ku merasîma sersaxiya ji malbata şehîd heta saet 19`an berdewam be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din