`Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin, ji ber serkeftin layîqî berxwedêran e`

Bi sedan xelkê bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê daketin qadan, sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto kirin.

Sedan şêniyên bajarokê Ebû Qelqel a li başûr rojhilatê bajarê Minbic û gundên derdora wê, her wiha nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li bajarê Minbic û gundewarê wê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê li têketina bajarok kom bûn û ber bi navenda bajarok ve meşiyan.

Xwepêşandêran pankartên "Em ji cîhanê re dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê, jina ciwan sembola şoreş û azadiyê ye, eşîrên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirkiyê red dike" her wiha alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Partiya Sûriyê Pêşerojê hildan.

Dema girse gihişt qada gund mîtîngek hate lidarxistin bi deqeyeke rêz destpê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin, bi navê bajarokê Ebû Qelqel Riyad El-Elawî axivî dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê şermezar kir, her wiha diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilartê Sûriyê bi saya QSD`ê ewle ye û Tirkiyê hewl dide vê ewlehiyê têk bibe.

Paşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li bajarê Minbicê û gundewarê wê, hevserokê Meclisa Zagonsaz Mihemed Elî El-Ebû axivî, Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa dagirker silav kir û destnîşan kir ku pêkhateyên gelê Sûriyê bi yekrêziyê li dijî dagirker in û dê tekoşîna xwe bilind bikin.

Her wiha bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endamê  partiyê Îmad El-Mûsa axivî û got ku dagirkeriya Tirkiyê çeka qedexekirî bikar anî û zarok, jin û siyastmedar kirin hedefa xwe û wiha got: "Ew ne tiştekî xerîb e, sedan siyasetmedar li welatê xwe darzandin, her wiha komkujiyên herî qirêj derheqê Ermeniyan de pêk anî."

El-Mûsa destnîşan ew ê berxwedanê berdewam bikin û got: "Serkeftin tenê layîqî berxwedêran e."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên banga yekbûna gelên herêmê dike û silavkirina Berxwedana Rûmetê bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din