‘Em ji bo parastina we li derve ne’

Xebatkarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tenduristiyê, dikanan, firinan, ragihandinê ku qedexeya derketina derve ji wan re jî derbasdar e, lê ji bo xizmeta gel li derve ne û wiha gotin: “Em ji bo selametî û xizmeta kesên di mal de li derve dixebitin. Hûn jî ji bo silametiya xwe û ya me di mal de bimînin.”

Ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa Koronayê (Covid-19) ya ku li tevahî cîhanê xeteriyek e, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23‘ê Adarê de biryara qedexeya derketina derve da. Biryar dê 15 rojan dewam bike, dema xwestin dê dema qedexeyê were dirêjkirin.

Biryara qedexeya derketina derve ji bo navendên giştî û taybet ên tenduristiyê, rêxistinên navnetewî, Xaça Sor, dermanxane, komîteyên paqijî û dezenfektekirinê, firne, dukanên madeyên xwarinê, erebeyên veguhestina madeyên xwarinê û şîrê zarokan, sarîcên veguhestina sotemeniyê, ragihandin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwe derbasdar e.

Aliyên ku biryara qedexeya derketina derve ji bo wan derbasdar e, bang li şêniyan kirin ku li gorî biryarê tev bigerin û gotin: “Em ji bo parastina û xizmeta we ji derve ne.” Her wiha gelek kampanyayê li ser tevna civakî dan destpêkirin ku banga li şêniyan dikin ku di mal de bin.

‘JI BO EWLEHIYA WE EM KAR DIKIN..JI BO ME DI MAL DE BIN‘

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rustem Ebdulqadir Hisên got: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina ewlehî û selametiya herêmê bi şev û roj dixebitin. Ji bo rewşên awarte em 24 saetan amade ne. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku ji bo selametiya xwe û ya me di malên xwe de bin."

Kedkarê tenduristiyê yê bi navê Mihemed Şêro ku di navenda tenduristiyê ya gundê Um El-Fursan a bajarê Qamişlo de kar dike, destnîşan kir ku hemberî vîrûsa cîhanî ku mîna şerê cîhanê û li piraniya dewletan belav bûye tedbîr girtine. Şêro got: "Em hewl didin bi hemû derfetên xwe rê li ber vê pandemiyê bigirin."

Şêro destnîşan kir ku pêwîste şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar bikin, li gorî biryara qedexeya derketina derve tev bigerin û wiha anî ziman: "Divê hemû dê û bav hayedar bin û zarokên xwe hişyar bikin, bila ji malê dernekevin."

Mihemed Şêro di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî civakê kir ku li hemberî xeteriya şewba pandemiya Koronayê hevgirtî bin û got:"Ji bo parastina tenduristiya gelê xwe em li derve ne."

Nûçegihana Stêrk TV Amara Bawer diyar kir wekî ragihandin pêwîstiya xebata wan bi domandinê heye û got: “Ji ber vê yekê em jî ne di nav biryara qedexeyê ne. Karê me dixwaze ku em li derve bin da ku bûyer û rûdanên heyî bi taybet bûyerên derbarê koronavîrusê bişopînin da ku ji şêniyan re ragihînin."

Xwediyê firniyeka li bajarê Qamişlo bi navê Ebdulrehîm Mehmûd anî ziman ku li gorî biryara Rêveberiya Xweser ew ji saet 00:00‘an heta 14:00‘an ve dixebitin da ku nan ji şêniyan re çêbikin.

Ebdulreham diyar kir ku ew nan li dukanan taxan, gund û bajarokên girêdayî bajarê Qamişlo belav dikin.

ANHA


Mijarên Din