‘Em ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê yek dest bin’

Jinên herêma Serêkaniyê tekez kirin ku ew ê li dijî gef û êrîşrên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin mertalên zindî û ew ê parastina destkeftiyên şehîdan bikin. Jinan gotin em ê li dijî dagirkeriya Tirk yek dest bin.

Piştî gefxwarinên xwe ji bo destpêkirina êrîşên leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Beriya çend rojan dagirkeriya Tirkiyê dest bi komkirina hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Derbarê mijarê de, jinên ji hemû pêkhateyên bajarê Serêkaniyê gefxwarinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya hevpeyvînan bi ajansa me re, şermezar kirin.

‘Em ê li berxwe bidin û li ser rêya şehîdan bin’

Welatiya bi navê Sûmeya Mihemed ji şêniya bajarê Serêkaniyê wiha got: "Em ê heta dawiyê li berxwe bidin û li ser rêya şehîdên azadiyê bimeşin."

Her wiha welatiya bi navê Selwa Ehmed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku tirsê bixe dilê gelê herêmê.

Selwa wiha domand: "Em ê heta dawiyê li berxwe bidin û li ser rêya şehîdan bimeşin."

‘Divê em bi yek destî li dijî dagirkeran bisekinin’

Meryem Xelef ji pêkhateya Ereb, derbarê gefxwarinên Tirkiyê yên li ser  herêmê wiha got: "Em qebûl nakin dewleta Tirkiyê herêmên me dagir bike û çeteyên xwe bişîne herêmên me."

Meryem di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhate û gelên herêmê kir ku li dijî êrîşan li berxwe bidin û wiha got: "Divê em yek dil û dest bin û dagirkeran têk bibin."

Her wiha welatiya bi navê Nûrê Xûdî ji pêkhateya Çeçen, binpêkirnên hikumeta AKP`ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Em ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li berxwe bidin û em bi xaka xwe ve girêdayî ne."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din