‘Em ê li dijî her êrîşekî li paş hêzên xwe bin’

Şêniyên bajarê Kobanê serfiraziya xwe bi QSD`ê rave kirin û gotin: “Şervanên QSD’ê ji bo me pêşeng in. Em ê li dijî her êrîşekî hertim li paş hêzên xwe bin.”

Şêniyên Kobanê bi rêya ajansa me bersîva gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dan.

Şêniyê bi navê Mistefa Ismaîl got: "Ciwanên me li hember tevahiya êrîşên li dijî herêmê sekinîn û ji bo parastina herêmê canê xwe feda kirin. Niha rewş ne cuda ye û em ê li hember êrîşên dewleta Tirk jî bisekinin."

Ismaîl tekez kir ku ew bi saya keda şehîdan li ser xaka xwe di nav ewlehiyê de ne.

Şêniya bi navê Şemse Mihemed jî kêfxweşî û serfiraziya xwe bi şervanên YPG,YPJ û QSD’ ê yên ku herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine û ewlehî vegerandin herêmê, anî ziman û got: “Em bi saya lehengên xwe di nava ewlehiyê de ne.”

Şêniya bi navê Emîna Behaa El-Dîn jî dibêje: "Em bi saya ciwanên xwe îro di nava ewlehiyê de ne. Wan bi keda xwe her bostek ji axa me rizgar kirin. Ne ji fedekariya YPG û YPJ`ê bûya, dê çaranûsa me heya niha ne diyar bûya. Em ê careke din koçber bûna. Em bi saya keda şehîdan îro bi rûmet û bi çanda xwe dijîn.” 

Şêniyê bi navê Mihemed Ismaîl jî got: “Hêzên me pêşengên me ne. Bi hebûna wan em bi ewlehiyê û aştiyê dihesin. Berxwedana YPJ`ê hewldanên çeteyên DAIŞ`ê di dagirkirina herêmê de têk birin. Bi saya fedekariyên şehîdan em îro li ser lingên xwe ne."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din