'Em ê li hemberî siyasetên zalmane yên hikumetê bisekinin'

Hereket Rîcal El-Kerama ragihand ku ew ê li hemberî siyasetên zalmane ya hikumeta Sûriyê bisekinin û diyar kir siyaseta paşdemayînê ya ku rayedarên hikumetê dimeşînin bû sedema wêrabûn û xirabûna welat.

Hereket Rîcal El-Kerama ya li parêzgeha Siweyda ya Sûriyê bi daxuyaniyekê got ew ê li hemberî siyasetên zalmane ya hikumeta Sûriyê li Siweydayê bisekinin.

Tevgerê diyar kir ku ew projeyên derve û ajnîdeyên ku nakeve xizmeta berjewendiyên hemû pêkhate û rengên civaka Sûriyê red dikin.

Her wiha destnîşan kir ku keramet û azadiya nêrîn ji pîroziyên herî girîng in û dê nehêlin werin binpêkirin

Tevgerê got: "Siyaseta paşdemayîna ya ku rayedarên hikumeta Sûriyê dimeşîne û daxwazên şêniyên parêzgehê dereng dixe, berdewama xeta zalmane ye ku tevger li hemberî wê disekine. Nemaze ku ev zêdeyî 50 sal dewam dike ku di encamê de welat wêran bû."

Tevgera Rîcal El-Kerama di daxuyaniya xwe de got, ew di helwest û rêgezên xwe yên pêşîn a parastina rumeta xwe û rumetê xeyrî xwe de sabit e.


Mijarên Din