‘Em li pey şopa Avesta û Arînan in’

Şêniyên Amûdê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ermen, Ereb û tevahî pêkhateyên xwe ve amade ne li gorî rêgeza parastina rewa, xaka xwe biparêzin. Şêniyan got ew şopdarên rêya şehîd Zîlan, Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan in.

Careke dîtir serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di dema civîna bi serokên şaxên AKP’ê re di 26’ê meha Tîrmehê de, gefên êrîşkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare kirin û wiha got: "Yan em ê wan binax bikin an jî îxanetê qebûl bikin." Her wiha artêşa dagirker a Tirk hêzên leşkerî li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê li hember bajarên Girê Spî û Serêkaniyê zêde kirin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên aştiyane nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê didin. Li ser sînor jî çalakiyên mertalên zindî li dar dikevin.

Şêniyên navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê raber kir ku daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne ji bo parastina ewlehiya nîştimanî ne. Lê belê ji bo pêkanîna xewna Osmanî ye.

Di vî warî de Ubêde Mihemed got: "Her tim dewleta Tirkiyê îdia dike ku dê herêma ewle ava bike da ku ewlehiya xwe ya nîştimanî biparêze. Tirkiyê çavê xwe berdaye xêr û bêrên herêmê. Armanca wê derbkirina destkeftiyên pêkhateyên herêmê ye ku di dirêjahiya 8 salan de pêk hatine."

Mihemed wiha lê zêde kir: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ermen, Ereb û tevahî pêkhateyên xwe ve dê xak û parastina xwe li gorî rêgeza parastina rewa bikin."

Mure Zoro wiha axivî: "Daxuyaniyên Erdogan her tim ji nişka ve ne. Ew bi bapîrê xwe yê Osmanî difikire û gefan li herêmê dixwe. Hedefa wî ne tenê Kurd in, lê belê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne."

Mure Zoro got tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser çawaniya parastina rewa, parastina xwe û welatê xwe perwerde bûne û wiha pê de çû: "Dê xaka xwe biparêzin û li ser rêça şehîd Zîlan, Avêsta Xabûr a Efrînê û Arîn Mîrkan a Kobanê bimeşin."

Li dawiyê jî Şehnaz Îbrahîm bal kişand ser ku Tirkiye di gefên xwe de cidî ye û divê li hember gefên Tirkiyê hevgirtî bin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din