‘Em ê li pêşiya her kesê ku projeya me ya demokratîk dike hedef bisekinin’

Şêniyên navçeya Şedadê destnîşan kir ku ew ê li ber xwe bidin û li pêşiya her kesê ku hewl dide projeya netewa demokratîk têk bibe, bisekinin.

Çalakiyên şermezarkirina gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji hemû pêkhateyên herêmê re zêde dibin, şênî girêdana xwe bi xaka xwe teqez dikin û diyar dikin ew ê heta dawiyê ji bo serkeftina projeya xwe ya demokratîk têbikoşin.

Di vê çarçoveyê şênî û nûnerên navçeya Şedadê yên girêdayî kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyê der barê destwerdanên Tirkiyê yên dawî, daxuyaniyek ji raya giştî re dan.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Navçeyê Mihêdî El-Dexîm li pêşiya meclisa navçeyê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê şêniyên bajarê Şedadê û gundewarên wê û eşîrên Ereb, em gefên Tirkiyê yên faşîst li ser gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ewlehiya li Bakurê Sûriyê xirab dike, bi tundî şermezar dikin.

Em hemû pêkhate ji Ereb, Kurd û Sûryan li dijî van gefan yek in û desteka QSD`ê ku parastina gelên herêmê dike û em ji terorê rizgar kirin, dikin.

Em ê hemû li ber xwe bidin û li pêşiya her cure êrîşên li ser projeya netewa demokratîk bisekinin.

Bijî QSD, bijî biratiya gelan, bijî rihê şehîdan û şifa ji birîndaran re."

(jo)

ANHA


Mijarên Din