‘Em nahêlin dewleta Tirk herêmên me dagir bike‘

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk armanc dike malbatên DAIŞ û El-Nusra li herêmên wan bi cih bike. Her wiha destnîşan kirin ku ew ê axa xwe biparêzin û dev jê bernadin.

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirk bike û demografiya herêmê biguhêre. Her wiha gotin, ew dest ji axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin.

 ‘Em ê axa xwe biparêzin‘

Şêniyê bi navê Salih Îbrahîm got: "Ji 8 salan ve em şer dikin, me gelek şehîd dane, gelo xwîna van şehîdan dê vala biçe? Em nahêlin dewleta Tirk axa me dagir bike. Em ê çek rakin û heta nefsa dawîn şer bikin."

Girêdayî lihevkirinên di navbera DYA û dewleta Tirk a dagirker de Îbrahîm got: "Mudexeleya dewleta Tirk a dagirker di herêmên me de wek dagirkirinek e. Lew ra di her lihevkirinekê de divê mafên gelê Kurd û gelên herêmê misoger bibin. Em nahêlin kesek mafên me winda bike. Em ax, mal û zarokên xwe ji kesekî re nahêlin lê belê em ê biprazin."

`Armanca koçberkirina me ye û bicihkirina malbatên DAIŞ`ê di malên me de ye`

Şêniyê bi navê Ferhad Nedîm ê ji bajarê Qamişloyê diyar kir ku armanca lihevkirina di navbera Amerîka û dewleta Tirk de koçberkirina şêniyên herêmê û bi cihkirina malbatên çeteyan di bajar û malên wan de ye û got: "Ev tişt ji bo me nayê qebûlkirin. Me bi hezaran şehîd ji bo parastina herêmê da. Divê em hemû mafên xwe bi dest bixin. Em bi biryarên fermandariya leşkerî û siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne."

`Em li ser axa bav û kakên xwe dimînin`

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Beşîr Hec Elî got: "Hemû dewlet li dijî me lihev kirine û dixwazin ax û malên me ji me bistînin. Ev ax axa me ye û bi xwîna me hate avdan û em dê ji her kesekî biparêzin."

Hec Elî tewanên dewleta Tirk ji gelê bakurê Sûriyê re bi terorê red kirin û destnîşan kir ku ew ne rast in û wiha pê de çû: "Em ne teror in. Me tu kiryarek terorîst pêk ne aniye? Ma me êrîşî delweta Tirk kir, na. Ew êrîşî me dikin lê em dest ji axa xwe bernadin. Em wê ji kesekî re bernadin û em ê li hember wan êrîşan bisekinin."

‘Dewleta Tirk dayîka terorê ye‘

Hec Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra kom kirin û bi navê Artêşa Watanî bi nav kir û wiha domand: "Niha dewleta Tirk wan di êrîşên xwe de bi kar tînin. dewleta Tirk dayîka terorê ye."

Hec Elî pirs kir: "Gelo me çêkir? Em di nav malên xwe de dimînin. Ev axa bav û kalên me ne. Ew ji me re dibêjin ji axa me derkevin. Em ji wan re dibêjin em dernakevin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din