‘Em ê Newrozê û têkçûna DAIŞ’ê bi hev re pîroz bikin’

Şêniyên navçeya Dirbesiyê diyar kirin ku dê îsal Newrozê û rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz bikin û gotin: “Newroza îsal dê bibe Nerwoza serkeftinê."

OLVA HEC MENSÛR/HESEKÊ

Bi nêzbûna Newrozê re, têkçûna DAIŞ’ê jî nêz dibe. Çawa ku Kawayê Hesinkar hişmendiya tarî ya Dehaqan têk bir, îro jî zarokên welatê Kawa rêxistina herî tarî û terorîstane DAIŞ’ê têk dibin.

QSD`ê ji Kobanê heya Minbic, Reqa û Dêrazorê şerê vê rêxistinê kir û gelek serkeftin bi destxistin. Bi vê yekê bû hêza yekemîn a ku DAIŞ`ê têk bir. Êdî mizginiya têkbÛna DAIŞ’ê nêz e.

Girêdayî mijarê şêniyên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê tekez kirin ku komên çete yên ku Tirkiyê desteka wan dikirin îro li ser destê QSD`ê hildiweşin.

Şêniyê bi navê Meshoc Hec Mensûr destnîşan kir ku tirs û xofa çeteyên girêdayî Tirkiyê xistibûn dilê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi destê QSD’ê hildiweşin.

Hec Mensûr got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê xeteriya mezin şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ne. Ew şane di nav herêmên cuda de êrîşên xwekuj û teqemeniyan pêk tînin, ev jî hovîtiya wan isbat dike. Ji bo tinebûna hişmendiya DAIŞ`ê divê kesên ku ji wan hatine rizgarkirina di dewreyên perwerdeyê re bêne derbaskirin. Da ku ew hişmendî ji mêjiyê wan bê derxistin û li ser fikra rast perwerde bibin.”

Di dawiya gotinên xwe de Hec Mensûr tekez kir ku armanca wan avakirina Sûriyeyek demokratîk û neavendî ku tevahiya pêkhateyên wê di nav azadiyê de bijîn.

Şêniyê bi navê Ismaîl Mihemed nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha domand: "Têkçûna DAIŞ`ê ji bo me jiyanek nû ye. Piştî têkçûna DAIŞ`ê erka me ya sereke perwerdekirina şêniyên ku ji destên wan hatine rizgarkirin e û tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ye."

Mihemed tekez kir ku ev serkeftin bi saya têkoşîn û berxwedana QSD`ê pêk hatin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “QSD`ê şerê mezintirîn rêxistina terorê li ser rûyê erdê kir, di dema ku cîhan nikarî li hemberî wê bisekine.”

Şêniyê bi navê Selah Ibrahîm têkçûna DAIŞ`ê bi hilhatina rokek (rojek nû) nû wesifand.

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Cemîl Diyab destnîşan kir ku dê îsal Newrozê û rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz bikin û got: “Newroza îsal dê bibe Nerwoza serkeftinê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din