‘Em pişaftina herêmên xwe qebûl nakin’

Berdevkê fermî yê qebîleya Şerabîn a Sûriye û Iraqê Mihemed Arêf El-Hemdûn “herêma ewle” ya ku Tirkiye dixwaze li Sûriyê ava bike, red kir û got “Em polîtîkayên pişaftin, bikaranîna pereyê Tirkiyê yan jî bilindkirina ala Tirk û materyalên Tirkiyê li herêmên xwe qebûl nakin."

Tevî lihevkirina di navbera QSD, Amerîka û Tirkiyê de ya ji bo parastina sînor, lê heta niha jî rayedarên dewleta Tirk a dagirker gefan li herêmê dixwin. Ji rûspiyên qebîleya Şerabîn û berdevkê fermî yê qebîleyê yê Sûriye û Iraqê Mihemed Arêf El-Hemdûn nêrînên qebîle û eşîrên Ereb ên der barê gefên Tirkiyê de parve kirin.

“Herêma ewle” hinceta dagirkirina herêmê ye

El-Hemdûn got:  “Em eşîr û qebîleyên Ereb urf û adetên civakî bi tu awayan “herêma ewle” qebûl nakin. Em qebûl nakin ku yek xaka me derbas bike, ev xak li ber dilê xwediyê wê hêja ye. Heger banga “herêma ewle” kirin em eşîr û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) me ewlehî da cîhanê, parastina me ya ji vê xakê re hişt ku bibe nimûneya biratiyê. “Herêma ewle” ya ku Tirkiye qala wê dike tenê hincetek ji bo dagirkirina herêmê ye."

Mihemed Arêf El-Hemdûn diyar kir ku wan kiryarên Tirkiyê li Ezaz, Bab û Efrînê dîtin û wiha axaftina xwe domand: "Tirkiyê îdia kir ku herêman rizgar dike. Lê wan herêm dagir kir. Wek êlan em banga yekrêziyê û biratiyê dikin. Em dibînin ku gelek şerm e ku sûrî der heqê birayê xwe de komployan plan bikin. Tirkiye dixwaze bi rêya wan şerê me bike û axa me hêdî hêdî dagir bike. Em vî tiştî qebûl nakin. Di civakên me yên Rojhilata Navîn û qebîleyan de em bi hev re dijîn û dimirin. Em tu dagirkeriyekê qebûl nakin. Ev ax a xwediyên wê ye."

El-Hemdûn destnîşan kir ku nûnerên êlên Ereb di serî de meclisa bilind a qebîle û êlên Sûriyê yên ku endamên wê bi cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fuad Oktay re li paytexta Tirkiyê Enqereyê di meha Nîsanê de hatin ba hev, bi hinceta ku rewşa herêmên Rojhilatê Sûriyê nîqaş bikin û hevkariyê xurt bikin, helal ji heramiyê nas nakin, çanda wan kuştin û rijandina xwînê ye û li cem wan çanda aştiyê yan jî exlaq tune ye.

`Em qebûl nakin ku herêmên me werin pişaftin an jî bi diravên Tirkiyê lê werin bikaranîn an jî ala Tirkiyê lê were hildan`

El-Hemdûn ev tişt diyar kir: "Wek êlên ku bi hev re li ser rêgez, urf û adetên xwe dijîn, êlên Kurdan xwedî heman nirx û rêgez in. Eger em vegerin bîra gelêrî di sala 1923`yan de di dema dagirkeriya Fransayê de lihevkirinek êlî hebû. Niha jî em pişaftina herêmên me yan jî bikaranîna lîreyên Tirkiyê yan jî rakirina ala Tirkiyê qebûl nakin. Em qebûl nakin ku materyalên wan bikevin nava dibistanên me.”

El-Hemdûn mesajek da êlên Ereb ên ku bi Erdogan re kar dikin û got: "Em ji wan re dibêjin dilê me ji we re vekirî ye. Wek êlên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û tevahiya pêkhateyên herêmê em xwedî çand û exlaq in. Em şîret li şêniyên êlên ku li Tirkiyê ne dikin ku vegerin welatê xwe, ji ber ku ew sûrî ne û parastina axa wan erka wan e.”

`Em bi kesekî ku li ser Sûriyê komployan plan dike, îtîraf nakin`

El-Hemdûn diyar kir ku ew wek êlên herêmê bi kesekî ku li ser Sûriyê komployan plan dike îtîraf nakin û wiha pê de çû: "Ji ber ku ew kes bê exlaq e û ne li gorî urf û adatên civakê ye. Tenê xwe temsîl dike. Em careke din bangewaziya xwe dubare dikin ku vegerin welatê xwe û axa xwe biparêzin. Erdogan ji bilî xirabiyê tiştekî din ji wan re naxwaze. Ji ber ku em di nav ewlehiyê de ne, ji ber wê em bûne armanca hemûyan."

El-Hemdûn gelê Sûriyê yê ku li Tirkiyê muxetab girt û got: "Ji rûdanên ku bi şêniyên Ezaz û Babê ji îhanetê pêk hatine hişyar bin ku ev tişt der heqê we de pêk were. Mirov di mala xwe de bi qîmet e. Ger jê derket qîmeta wî kêm dibe. Şêniyên ku di vê dawiyê de bi komployên Tirkiyê hesiyan, derketin xwepêşandanan û hêrsa xwe rave kirin. Em bi wan re ne. Em bang li tevahiya gelan û êlên wan herêman dikin ku li hember vî stemkarî bisekinin."

`Ocalan bi rêya fikrên xwe civak parast`

El-Hemdûn pesna nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku ji êlên Ereb re şandibû û got: "Serok Abdullah Ocalan serokekî neteweyî û akademî ye. Biratiya gelan û jiyana hevpar parast. Ew xwedî nêrîneke pêşerojê ye. Civak bi rêya fikrên xwe parast. Her wiha xwedî çareseriyên dozên nakok e. Fikr û felsefeya wî niha di  akademiyan de tê xwendin. Ji ber ku tevahiya çînên civakê kom kirin. Em banga serbestberdana wî dikin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din