‘Em ê sûcên çeteyan der heqê şaristaniya me de diyar bikin‘

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide cihên dîrokî û asta ziyanên ku pê hatine belge bike û sûcên çeteyan der heqê cihên dîrokî de eşkere bike.

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gerek li ser cihên dîrokî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xist da ku asta zirarên pê hatine di dema DAIŞ`ê de belge bike. Hevserokatiya desteyê deteyên xebat û gerên xwe ji rêya ajansa me eşkere kirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulsetar Şîkagî got: "Bi rêya wan geran me hewl da tevahiya cihên dîrokî belge bikin bi taybet deverên ku ji hêla DAIŞ`ê ve hatine wêrankirin û talankirin eşkere bikin.

Şîkagî  balkişand ku deste bi komîteyên tûrîzmî re koordîne kirine da ku cihên tûrîzmî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aktîv bikin ku di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de ev cih hetibûn girtin.

Şîkagî destnîşan kir ku wan gelek qanûnên girêdayî parastina cihên dîrokî pêşkêşî Meclisa Rêveber kirine û wiha domand: "Niha em li benda erêkirina qanûnan ji hêla Meclisa Qanûnsaz ve ne. Ew qanûn ji bo parastina şaristaniyên kevnar û cihên dîrokî gelek girîng in. "

Têkildarî heman mijarê hevseroka desteyê Eyşe El-Receb got wan hemleyên pênasekirina cihên dîrokê bi koordîneya Desteya Perwerdeyê bi navnîşan `Bi hev re em çandê biparêzin` organize kirin. Armanc jê ew bû ku xwendekeran bi çandî ya civakê bidin nasîn.

Eyşe destnîşan kir ku desteyê ji bo belgekirina cihên dîrokî bi armanca sererastkirina zirarên ku pê hatine dê balafirek daron eyar bike. 

Plansaziya lidarxistina pêşengeha tabloyên cihên dîrokî yên ku wêran bûne

Di berdewama gotinên xwe de Eyşe balkişand ku desteyê niha plan dike ku pêşengeha tabloyên girêdayî cihên dîrokî yên herêmên Rêveberiya Xweser ên ku wêran bûne veke. Eyşe destnîşan kir ku cih û dema lidarxistina pêşengehê dê piştî erêkirina Meclisa Rêveberê were ragihandin.

Di dawiyê de Eyşe diyar kir ku wan gelek lêkolînên girêdayî cihên dîrokî yên ku belge kirine pêşkêşî şandeyên têkildar da ku di sererastkirina wan cihan de erka xwe bi cih bînin.

Sazumaniya Rêxistinî ya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser ji komîteyên Çand, Huner, Şûnwar û Tûrîzmê pêk tê.

(şx)
ANHA


Mijarên Din