‘Em şer naxwazin lê heke êrîş hate ser me, em ê xaka xwe biparêzin’

Di merasîma sersaxiya ji malbata şehîd Rida Ehmed de hate diyarkirin ku şehîdan canê xwe ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelên xwe, civakeke birûmet, biratiya gelan û azadiyê daye.

Îro bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo di bin konê sersaxiyê de ku li bajarokê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo de hatiye vedan, sersaxî ji malbata Rida Salih Ehmed re xwest. Şehîd Rida Salih Ehmed di pêngava paqijkirinê ya li dijî şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê de, li herêma Holê di 29`ê meha Gulanê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Rida Ehmed, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YPG, YPJ, QSD, alên Malbatên Şehîdan, Hêzên Parastin û Erka Xweparastinê hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê yek ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrîn Alî û hevserokê meclisa bajarokê Girbawî Silêman Osman axivîn û sersaxî ji malbata şehîd Rida Ehmed re xwest.

Kesên axivîn diyar kir ku şehîdan canê xwe di oxira pêk anîna aramî û ewlehiya gelên xwe de dane, her wiha di oxira civakeke bi rûmet û tê de hezkirin, biratiya gelan, aramî û azadî hebe dane.

Apê şehîd Rida Salih Ehmed, Selmo Ehmed diyar kir ku wek malbata şehîd Rida û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne aşiqên şer in û wiha anî ziman: "Lê heke êrîş hate ser me divê em xwe û xaka xwe biparêzin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din