‘Em şêniyên vî welatî ne, paqijkirina wê erka me ye’

Li ser esasê em şêniyên vî welatî ne, paqijkirina wê erka me ye, li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, deste  û meclisên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê dest bi hemleyên paqijkirina bajarên herêmê ji çopê bi dirûşmeya"Welatê me, mala me ya mezin e, dê parastina paqjibûna wê bikin" kir.

Bi dirûşmeya " Welatê me, mala me ya mezin e, dê parastina paqijibûna wê bikin", saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Herêma Cizîrê ji meclis û desteyan hemleya paqijkirina giştî da ku çanda paqijbûn û nasîna wê di navbera pêkhateyên civakê de pêş bikeve,  parastina xweşikbûna bajarên ku bi xwîna hezaran şehîd hatine rizgarkirin pêk bê û peydabûna hawîrdoreke guncaw, kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis, gelek hevserokên desteyên rêveber û meclisan, hevseroka kantona Qamişlo û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM ’ê Aldar Xelîl, beşdarî hemleya paqijiyê bûn.

Hemle li pêş Şaredariya Gel a li aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo destpê kir û ber bi koçeyên şaxî yên aliyê rojhilat, piştre sûka navendî ya bajêr û sûka navendî ya aliyê rojava ve çûn.

Beşdaran lepikên bijîşkî xistin destên xwe û tûrên çopê hilgirtin. Çop ji koçe û li kenarên rêyan xist tûran. Her wiha beşdarên hemleyê diyar kir ku parastina xweşikbûna bajarên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin berpisiyariya wan e û erkên li ser milên wan jî der barê welat de ew e ku hawîrdoreke guncaw tê de jiyankirineke tendirustî, pêk bînin.

Beşdarên hemleya" Welatê me, mala me ya mezin e, dê parastina paqjibûna wê bikin" bang li tevahî şênî, komîn, rêxistinên civaka sivîl, endamên sazî û deste û komîteyên di Rêveberiya Xweser de bê cudahî tev li hemleyê bibin û bixebtin da ku bigihîjin hawîrdoreke paqij û tenduristî.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ji beşdarên hemleya paqijkirinê ye diyar kir ku serkeftina her şoreşekê ew e yekitî û hevgirtina gelan  û hilberîna li ser hêza xwe û pêşdebirina wê ye û wiha domand: "Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê me pir gavên mezin avêtin."

‘Em şêniyên vî welatî ne û ji erka me ye ku paqij bikin’

Aldar Xelîl wiha dewam kir: "Divê ne tenê em hêza xwe di aliyên siyasî û leşkerî de bibînin, lê belê di hemû aliyan de bibînin û yek jê jî paqijkirin e. Paqijî berpirsiyariya hemû civakê ye. Em şêniyên vî welatî ne û ji erka me ye ku paqij bikin."

Di dawiya axaftinê de Aldar Xelîl got divê em dev ji zihniyeta ku divê şaredarî pêşiya mala min, taxê, dibistan û kolanan paqij bike, berdin û wiha pê de çû: "Divê em çanda parastina paqijiya bajarên xwe biçînin."

Saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hemleya " Welatê me, mala me ya mezin e, dê parastina paqjibûna wê bikin" destpê kir û dê li ser çend merheleyan û li ser çend xalan be.  Jê jî belavkirina belavok, hevdîtina  bi şêniyan re û dayîna semîner der barê paqijî û girîngiya wê de, çawaniya alîkarî û koordînakirina di navbera şênî û şaredariyan de da ku di radeyeke baş de bajaran paqij bikin.  Her wiha dê dest bi hemleya paqijkirinê bi beşdariya endamên sazî û meclisan bê kirin da ku pirsgirêka Navkurê li Qamişlo û tevahî sandoqên çopê li bajaran bê çareserkirin. Her wiha dê saetên rakirina çopê bi koordînakirina bi şaredariyê re bên diyarkirin.

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din