‘Em ê têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirk bilind bikin’

Şêniyên Qamişlo bi meşekê dijminahiya Tirkiyê ya li hemberî herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û pêwîstiya bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê diyar kir.

Bi dirûşma "Bi rihê raperîna Şêladizê em ê dagirkeriyê bişikînin, parastina Biradostê bikin û Efrînê rizgar bikin" îro bi hezaran şêniyên Qamişlo bi meşekê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Herêmên Parastinê yên  Medyayê, herêmên Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên mafên şêniyên Efrînê şermezar kirin.

Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî ya taxa Hîlaliyê ya bajarê Qamişlo piştî kombûna bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî hildana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û çiqilên zeytûnê, ber bi Çerxerêya Şehîd Rûbar ve dest pê kir.

Di meşê de şêniyan dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê wekî "Na ji dagirkeriya Tirk a Başûrê Kurdistanê re","Hilweşe Erdoganê faşîst","Berxwedanjiyan e" û "Asîman, asîmanê me ye, dîrok, dîroka me ye, hemle çi qas dijwar be serkeftin para me ye û demokrasî nîşaneya me ye" berz kirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mitîngê û piştî bîranîna şehîdan, endama Kongreya Star Şemsîxan Gilo wiha axivî: "Em berxwedana têkoşeran li tevahî herêmên ku rastî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê tên, silav dikin."

Şemsîxan da zanîn ku êrîşên Tirkiyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên ne rewa û dijmirovî ne, her wiha bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên dijminahî yên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di domana axaftinê de, Şemsîxan Gilo raber kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi hemû hêza xwe hewl dide gelê Kurd qir bike û wiha berdewam kir: "Tirkiye hewl dide guhartina tevahî dîroka Efrînê di nava bêdengiya navdewletî û cîhanê de pêk bîne."

Di dawiyê de Şemsîxan bang li hemû şêniyên herêmê û gelê Kurdistanê kir ku têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirkiyê bilind bikin û wiha pê de çû: "Divê bi moraleke bilind li ber xwe bidin, em gelê berxwedêr in û li dijî zilm, koletî û perçiqandinê li ber xwe didin û qebûl nakin ku xak û gel bê heqaretkirin. Hevgirtina gel û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê hêza dagirkeriya Tirk û her hêzeke ku bixwaze bi aramî û ewlehiya herêmê bilîze, bişikîne."

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana têkoşerên li herêmê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ku li hember dijminahiya Tirkiyê disekinin, bi dawî bû.

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din