​​​​​​​Embarên Dirbêsiyê nikarin hilberîna îsal pêşwazî bikin

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker embarên navçeyê nikarin hilberînên genim û ceh werbigirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê yek ji herêmên ku ji ber êrişan zirar dîtine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema êrişî navçeyê kirin, gelek navendên xizmetguzarî û saziyên sivîl kirin hedef. Di nav de embarên navçeyê.

Bi nêzîkbûna mewsima çinînê re Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya navçeyê, hilberînên cotkaran birin embarên Gebeka û Hitîn ên kantona Qamişlo. Şirketê 48 hezar ton genim ji cotkaran wergirt.

Rûberên ku li navçeyê bi genimê avî hatiye çandin gihaşt 157 hezar û 304 doniman û yên bejî 200 hezar donim e.

Hevseroka Şirekta Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya navçeyê, Fecir Şêx Îsa got: "Îsal em nikarin hilberîna genim a cotkaran di embaran navçeyê de  pêşwazî bikin. Ji ber ku embar ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker wêran bûne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din