Emerîkayê, Îran bi zêdekerê nakokiyan tewambar kir

Nûnerê Emerîka yê taybet li Îranê Brian Hook daxuyand û got: "Îran berpirsê herî mezin ê ku li herêmê dibe sedemê nakokiyan. Em hemû însiyatîfên dîplomasî ji bo kêmkirina nakokiyan pêk tînin.”

Nûnerê Emerîka yê taybet li Îranê ji rojnemegeran re axivî û wiha got: “Giringe ku em bi hemû awayî nakokiyên bi Îranê re rakin û rêyên bersivê ji herêmê re vegerînin."

Hook îro bi cîgirê wezîrê parastinê yê Siûdiyê re Şah Xalid Bin Silman re civiya, da ku gefxwarinên Îranê û pêşketinên dawî hember kedên ji bo bersivdayîna çalakiyên Îranê lêkolîn bike.

Serdana Hook di demeke ku nakokî di navbera DYE û Îranê de zêde dibin de pêk hat. Piştî ku Heris El-Sewrî ya Îranê balafireke bêpîlot a Emerîka anîn xwarê, her wiha cîhan çavdêriya bersiva Emerîka dike.

SkyNewsê ragihand ku Hook wiha diyar kir: "Hemleya zextkirina ser Tehranê encamê digre, Îran jî bi ne rihetiyê hîs dike."

Her wiha destnîşan kir ku hewldanên diblosamî yên Washingtonê nahêle ku Îran bi hêza leşkerî mafê xwe bide û wiha got: "Divê Îran bi zimanê dîplomasî bersiva dîplomasiya me bide.”

Hook niha serdana herêmê dike, hevdîtin li Siûdiyê, Îmarat, Kiwêt û Behrênê pêk tîne. Ew ji ber çalakiyên rejîma Îranê li herêmê ye.

(jo)

 


Mijarên Din