Emîn Elîko: Bêyî naskirina Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê çareser nabe

Endamê Meclisa Rêveber a PYD`ê Emîn Elîko banga naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir û got, ev rêveberî ji bo sûriyeyeke azad a demokratîk ya pirrengî bûye hêvî û bêyî naskirina wê çareserkirina aloziya Sûriyê nepêkan e.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê di gelek pêvajoyên hestiyar re derbas bûye, ji destpêka şoreşê ve dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP`ê bi rêya çeteyan bi armanca dagirkirina herêmên Sûriyê êrişî vê şoreşê û destkeftiyan dike ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin.

`ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ PÊŞEROJA SÛRIYÊ YE`

Emîn Elîko diyar kir ku berxwedana gelên Rojava îsbat kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê şorşa pêşeroja demokratîk a Sûriyê ye û wiha domand: “Ji bo wê divê civaka navneteweyî û dewletên Ereban piştgiriyê bidin vê şoreşê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.”

Elîko destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê bi desteka çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir ku çirûska şoreşê jê dest pê kir, lê bi saya berxwedana gel û şervanên YPG û YPJ`ê êriş bi bin ketin.

`BÊYÎ VÎNA GELAN ÇARESERÎ NE PEKAN E`

Endamê PYD'ê îşaret pê kir ku ji wê rojê ve dewleta Tirk bi hemû rêbazan sûcan li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û diyar kir ku armanca wê ya sereke têkbirina vê şoreşê û berxwedana dîrokî ye.

Elîko her wiha got: “Bêyî vîna gelên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan aloziya Sûriyê çareser nabe. Ji ber ku ew xwediyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne. “

`EM VENAGERIN REWŞA BERIYA 2011`AN`

Der barê destkeftiyên ku gelên herêmê bi dest xistin de Elîko got: “Kesek nikare destkeftiyên gelê Rojava têk bibe. Em venagerin rewşa beriya 2011`an. Em Sûriyeyeke nû dixwazin ku hemû pêkhateyên wê mafên xwe bi dest bixin û xwedî vîn bin.”

`RÊVEBERIYA XWESER JI BO SÛRIYE Û GELÊN HERÊMÊ HÊVÎ YE`

Elîko behs pêvajoya hestiyar a ku herêm tê re derbas dibe kir û got: “Di vê pêvajoyê de divê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were naskirin, ji ber ku ev rêveberî gelên herêmê bi rêxistin kir, pirsgirêkên wan di şertûmecên dijwar de çareser kirin, destkeftiyên gelan ji êrişên dewleta Tirk a dagirker parastin. “

Di dawiyê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîn Elîko got, Rêveberiya Xweser projeya demokratîk ava kir û dikare aloziya Sûriyê çareser bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din