​​​​​​​Emîn Elîko: NATO û dewleta Tirk li ser qirkirina gelê Kurd li hev kir

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîn Elîko diyar kir ku dewletên NATO û dewleta Tirk li ser qirkirina gelê Kurd li hev kir. Her wiha îşaret bi berxwedana gerîla ya li hember dagirkeriya Tirk kir û bi berxwedana ji bo hebûnê bi nav kir. Li aliyekî din rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê teqezî bi pêwîstiya hevgirtinê û berxwedanê li hember gef û êrişan kir.

Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên qirkirin û dagirkirinê jî ku ji 17`ê Nîsanê ve li dijî gerîla dest pê kirine berdewam in.

TIRKIYÊ ARMANC DIKE HERÊMÊN JI KERKÛK HETA HELEBÊ DAGIR BIKE

Der barê mijarê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko, diyar kir ku gef û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne û da zanîn ku her roj artêşa Tirk a dagirker bi top, moşek û balafiran mal û erebeyên welatiyan dike hedef.

Elîko behsa siyaseta dewleta Tirk a dagirker kir û got, dewleta Tirk armanc dike, projeya xwe ya dagirkirinê û Mîsaqî Millî pêk bîne û herêmê ji Kerkûk heta Helebê dagir bike.

AŞTÎ NE XEMA TIRKIYE Û DEWLETÊN NATO`YÊ YE

Elîko di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser civîna NATO'yê û wiha axivî: “Armanca civîna NATO`yê, rê li pêşiya Tirkiyê veke ku gelê Kurd qir bike. Xema wan tenê berjewendiyên wan û dijminatiya gelan e bi taybet Kurd.”  

'TÊKOŞÎNA GELÊ ŞOREŞGER GIRÎNG E'

Elîko bang li gelên herêmê kir ku piştgiriya hêzên leşkerî bikin û li gorî rêgez şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin û wiha pê de çû: “Ji bo sekna li hember dagirkertiya Tirk û çeteyên wê û têkbirina planên dagirkirinê, di vê pêvajoyê de şerê gel ê şoreşgerî gelek girîng e. Divê her kes herêmê û destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêze.”

Emîn Elîko di dawiyê de bang li partiyan, demokratan, saziyên sivîl, êlên Ereb û Kurd kir ku bibin yek û li hember van gefan rola xwe pêk bînin.

PÊWÎSTIYA PÊKANÎNA YEKITIYÊ Û HEVGIRTINÊ

Girêdayî heman mijarê, endamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê Hemîd Miêş teqezî bi yekitiyê û hevgirtina hemû beşên civakê kir û got, divê hemû berpirsyariyên xwe pêk bînin û axa xwe biparêzin.

Miêş wiha berdewam kir: “Ji bo parastina yekitiya herêmê û parastina wê ji şerê qirkirinê, divê em bibin yek, em xwe bispêrin xwe. Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam in bi taybet piştî ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi ser ket.”

SIYASETEKE KIRÊT A TIRKIYÊ

Miêş destnîşan kir ku gef û êrişên dewleta Tirk her çiqas cuda bin jî, lê armanca wê ya sereke têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye. Miêş gelên herêmê ji siyasetên Tirkiyê hişyar kir û wê bi siyaseteke “kirêt” bi nav kir.

Miêş girîngiya xwebirêxistinkirinê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî vegerand, veguhertina axa Sûriyê ji bo qada nakokiyên navneteweyî ku her aliyek dixwaze ajande û berjewendiyên xwe pêk bîne, di serî de dewleta Tirk a dagirker û berdewamkirina aloziya Sûriyê, tunebûna însiyatîfên çareseriyê.

Miêş da zanîn ku bi saya yekitiya pêkhateyan û berxwedana domdar a gelên wê, hewldanên dagirkeriya Tirk ji bo têkbirina ewlehiyê û îstîqrara li herêmê têk çûn û wiha got: “Dê bi saya wê, gel li hember van gefan bisekinin.”

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ RÊYA PARASTINA HERÊMÊ Û RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ YE

Mamosteyê Akademiya Civaka Demokratîk Meshûc El-Mihemed diyar kir ku pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî ji bo sekna li hember êrişên dagirkeriya Tirk, di birêxistinkirina civakê û perwerdekirina wê wek şervanan û naskirina rêbazên parastinê, sekna li hember hemû astengiyan de, nixumandî ye.

El-Mihemed girîngiya hevgirtinê û şerê gel ê şoreşgerî destnîşan kir û got: “Ew mafekî rewa ye. Rêya parastina destkeftiyan e. Rêya têkbirina hewldanên dagirkeriya Tirk e, parastina herêmê û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din