Emîne Omer: Di komxebatên MSD’ê de cesaret û duristbûn heye

Emîne Omer piştrast kir ku komxebatên ku MSD li dar dixe, tê de cesaret û duristbûn di pêşniyaran de heye. Emîne Omer diyar kir ku beşdaran girîngî da diyaloga sûrî-sûrî û pêşdeçûna Rêveberiya Xweser.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji 11’ê Îlona borî de rêzekomxebatên diyalogê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Komxebat ji bajarê Hesekê de dest pê kir. Armanca komxebatan lidarxistina kongreyeke nîştimanî ku tê de tevahî pêkhate û gelên herêmên Cizîrê û Firatê beşdar bibin.

MSD’ê heta niha 8 komxebat li Hesekê, Minbic, Tebqa, Reqa, Kobanê û Qamişlo li dar xistin. Girêdayî vê yekê Hevseroka MSD’ê Emîne Omer diyar kir ku MSD’ê amadekariya lidarxistina 5 panelên dîtir li Qamişlo, Dêrazorê bi niştecihan re dike.

Emîne Omer piştrast kir ku hedefa MSD’ê ji van komxebatan, bi guhdarkirina nêrîn, pêşniyar û nîqaşên beşdaran, nirxandina rêbaza Rêveberiya Xweser û MSD’ê ye tevlêbûna nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bibe û bi pêş keve.

 ‘DI PÊŞNIYARKIRIN Û DAYÎNA NÊRÎNAN DE CESARET HEBÛ’

Emîne Omer da zanîn ku di komxebatan de, duristbûn û cesaet di pêşniyar û nêrînan de hebû, çi ji hêla MSD’ê yan jî ji hêla beşdaran ve û wiha pê de çû: "Di van nêrînan de me xwest pirekê ji baweriyê di navbera sûriyan de ava bikin. Ev komxebat ji aliyên beşdar, cihêrengiya çîninên civakê, perspektîfên siyasî û fikrî ve erênî bûn."

Hevseroka MSD'ê destnîşan kir ku helwesta beşdaran erênî hebû. Ji ber tê de fikrên cihê hatine pêşniyarkirin. Da ku bigihîjin nêrînên hevbeş ên taybet bi fikrên avaker re."

Der barê girîngiya nêrînên beşdaran di 8 komxebatan de, Emîne Omer bi bîr xist ku nêrîn, fikir û pêşniyarên komxebaran tevahî girêdayî diyaloga sûrî-sûrî bûn, pêkanîna MSD'ê diyalogê bi tevahî aliyan re, çi bi hikumeta Şamê re yan jî opozîsyonê re dibebûn. Emîna Omer got: " Li gel wê jî nêrîn hebûn ku divê opozîsyona hundir a projeya nîştimanî ya demokratîk hildigire û opozîsyona derve ya girêdayî ajandeyên derve ji hev cuda be. Divê girîngî yekitî be ku bigihîne çareseriya aloziya Sûriyê."

Li gorî Emîne Omer, pêşxistina xebat û projeya Rêveberiya Xweser û piştdayîna bi pisporên guncaw da ku rêveberiyê bi pêş bixin, di nava xalên girîng de bûn.

BERSIVDAYÎN

Girêdayî bersivdana aliyên ku MSD’ê bang li wan kirine ku tev li diyalogê bin, Emîne Omer diyar kir ku beşdarabûn bi awayekî giştî baş bû, lê belê hin aliyên nexwest tev li van komxebaran bin.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer di dawiyê îşaret bi kesên bangên MSD’ê yên beşdarbûnê nebersivadine wiha got: "Bi kesên girêdayî xwe ve beşdar bûn da ku tiştên pêk tên bişopînin. Lê beşdarbûn ne fermî bû. Ev jî girêdayî hesabên wan ên siyasî bûn."

(fr)

ANHA


Mijarên Din