Emîne Omer: Tirkiyê hewl dide DAIŞ`ê bide vejandin

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer ku beşdarî konê mertalên zindî yê li Girê Spî bû diyar kir ku Tirkiyê hewl dide bi rêya gefên xwe DAIŞ`ê jinûva bide vejandin û herêmê dagir bike.

Şêniyên Girê Spî, Kobanê û Serêkaniyê ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê konê mertalên zindî ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê dewam dikin.

Di çalakiyên îro de, şandeyek ji MSD`ê bi serkêşiya hevserokê meclisê amade bûn.

Emîne Omer di axaftina di çalakiyên mertalên zindî de piştgirya xwe ji şêniyên Griê Spî re diyar kir û berxwedana wan silav kir.

Emîne wiha got: "Tirkiyê îda dike ku ewlehiya wê ya netewî di xeteriyê de ye ji ber ku YPG`ê ku ji demeke dirêj ji bo parastina van herêman ji terorê hate avakirin û bû yekîneyên ku gelêriya xwe mezin bûye, Tirkiyê îda dike ku ev yekîne teror in ji ber vê yekê parastina sînorê xwe dike û projeya herêma ewle derxist."

Emîne wiha domand: "Bê guman, em ji vê helwesta Tirkiyê matmayî ne, kanî Tirkiyê dema ku ewlehiya wê ya netewî di xeteriyê de dema ku komên çete sînor dagir kiribûn, wê demê behsa xeteriyê nekir, niha gefan li herêmên dixwe û em hemû dizanin ku çima Tirkiyê dixwaze van herêman dagir bike."

Hevseroka MSD`ê ku banê siyasî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye diyar kir ku ji destpêkê de hişmendiya dagirkirina xaka Sûriyê hebû û destnîşan kir ku gefên Tirkiyê ji bo vejandina DAIŞ`ê li herêmê ye.

Her wiha Şêx Ibrahîm El-Îsa şêxê eşîra El-Henadê û berdevkê eşîrên Ereb û Kurd li Girê Spî wiha got: "Ez berxwedana we dijî gefên Tirkiyê silav dikim, bi navê eşîrên Girê Spî yên Ereb û Kurd em piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan didin, gefên Tirkiyê me natirsînin, em ê heta dawiyê li ser xaka xwe bin."

Her wiha serokê meclisa bajarokê El-Elî, Mihemed El-Hûş jî axivî û îşaret bi girîngiya berxwedanê dijî dagirkeriya Tirkiyê kir.

ANHA


Mijarên Din