Emîne Omer: Lihevkirina Sûrî-Sûrî rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye

​​​​​​​Hevseroka MSD’ê Emîne Omer di komxebata li Minbicê de got "Diyaloga Sûrî-Sûrî rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye."

Îro Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi dirûşma "Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji şêniyên Cizîr û Firatê re" komxebatek li bajarê Minbicê li dar xist. Beşa yekemîn a komxebatê ya girêdayî diyaloga Sûrî-Sûrî, diyaloga bi opozîsyonê re, diyaloga bi hikumeta Şamê re, diyaloga Kurdî-Kurdî û bandora wê li ser çareseriya siyasî, bi dawî bû.

Di beşa yekemîn de hevseroka MSD`ê Emîne Omer axivî û piştrast kir ku MSD ji yekemîn aliyên ku diyaloga Sûrî-Sûrî pêşkêş kiriye. Ev diyaloga rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Emîne destnîşan kir ku pêwîst e gelê Sûriyê di nava xwe de li hev bike da ku mafên tevahiya pêkhateyên welêt dabîn bikin. Emîne Omer got: “Dema MSD diyaloga Sûrî-Sûrî pêşkêş dike, wê demê bi rastî dixwaze ev yek pêk were. Her wiha me 3 kongre û gelek komxebat û panel li dar xistin da ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bînin. Ev gav gelekî girîng e ji ber ku civîn her tim li derve dihatin lidarxistin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan dihatin dûrxistin.”

Her wiha Emîne îşaret bi azarên gelê Sûriyê ji ber aloziyê kir û diyar kir ku gelê Sûriyê ji deh salan ve bê hebûna nîşaneyên çareseriyê û ruxmî li darketina gelek civînan û pêkhatina gelek lihekirinan, azaran dikişîne.

Têkildarî muzakereya ku MSD`ê bi Partiya Vîna Gel re li Moskovê pêk aniye, Emîne got ew gav erênî ye û destnîşan kir ku her du aliyên Sûriyê, aloziya welêt gotubêj kir, ev yek wek nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê dûrî mudaxeleyên derve ye.

Têkildarî diyaloga bi hikumeta Şamê re Emîne got: "Gelek hevdîtin bi hikumetê re pêk hatin, lê negihiştin tu encamê. Ji ber ku hikumeta Şamê diyalogê qebûl nake û diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike."

Girêdayî diyaloga Kurdî-Kurdî, hevseroka MSD`ê Emîne Omer piştrast kir ku çareserkirina doza Kurd dê bi xwe re li ser asta xebatên siyasî encamên erênî bîne. Li gorî Emîne nakokiyên di navbera aliyên Kurd de çareserkirina doza Kurd û diyaloga Kurdî-Kurdî ya ku dê projeya Rêveberiya Xweser xurt bike, asteng dike.

Her wiha beşdaran da zanîn ku lidarketina komxebatê gelekî girîng e û ew wek veguhastinek li ser rêya demokrasiyê ye û divê diyalog berdewam bike da ku aloziya welêt çareser bibe.

Komxebat bi rojeva duyemîn a panelê berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din