Emîne Umer: Em xwedî projeyek demokratîk in

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer got: “Şerê li Sûriyê hîna bi dawî nebûye. Dewleta Tirk bi erêkirina Amerîka û Rûsya êrişî herêmê kir  û dagir kir. Em xwedî projeyek demokratîk in û hewl didin li ser asta navneteweyî pê were îtîrafkirin.”

Meclisa navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo civînek li Navenda Çand û Hunerê lidar xist. Endamên saziyên sivîl û rûspiyên êlên herêmê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer û cîgirê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb tev li civînê bûn.

Cîgirê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb axivî û diyar kir ku meclisê bi armanca şîrovekirina plana rêxistinî, bernameya meclisê, pêşketinên siyasî û hevdîtinên ku meclisê di dema borî de lidar xistine dest bi orgenîzekirina civînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Emîne Umer destnîşan kir ku projeya Meclisa Sûriya Demokratîk projeyek neteweyî sûrî û pirreng e û got: “Gelek kesayetên siyasî, partiyên siyasî û hêzên civaka Sûriyê di êv projeyê de cih digirin. Me tevahiya komployên li dijî herêmên xwe bi saya hevgirtina û kombûna pêkhateyên civakê li dor hev vala derxstin. Rewşên herêmê bi giştî ne diyar in. Kesek nikare bêje ew biserketiye. Ji ber ku şer heta niha bidawî nebûye. Ê serkeftî xwe û projeya xwe diparêze."

Her wiha Emîne destnîşan kir ku ew xwedî projeyek demokratîk û hewl didin li ser asta navneteweyî pê were îtîrafkirin û got: "Di pêvajoya bê de çi li ser asta hundirîn an jî derve em ê ji bo wê kar bikin."

Emîne Umer di berdewama civînê de destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser hevsengiyek li herêmê av kir û teqez kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê divê tevahiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li hewldanên çareseriyê bibin. Emîne got: “Girêdayî wê ew bi hemûyan koordîne dike. Ji ber ku xwedî doz in û ji bo parastina herêmê bi hezaran şehîd dane. Divê ji aliyê navneteweyî ve pê were îtîrafkirin.”

Emîne bal kişand ser ku divê destûra Sûriyê bi erêkirina tevahiya pêkhateyên Sûriyê amade bibe û aloziya wê bi tevlibûna tevahiya gelê Sûriyê çareser bibe.

Emîne diyar kir ku dewleta Tirk li hember her çareseriyek ji aloziya Sûriyê re  û tevlibûna rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe asteng. Ji ber ku baş dizane bi tevlibûna rêveberiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê weke opozîsyonek pê were îtîrafkirin.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk destnîşan kir ku hêzên herêmî ji destpêka aloziya Sûriyê ve Sûriyê di nav xwe de parve kirin. Ev hêz tenê bi berjewendiyên xwe difikirin. Emîne got dibe di demên pêş de şer di navbera van hêzan de çê bibe.

Girêdayî êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emêne got: “Tirkiyê bi erêkirina Amerîka û Rûsya êrişî herêmê kir û dagir kir. Ew êriş heta niha li dijî gundewarên Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û Eyn Îsayê berdewam in da ku rêya navneteweyî kontrol bike.”

Emîne di dawiya gotina xwe de niyetên Tirkiyê eşkere kir û got.: "Tirkiyê dixwaze Kobanê û Eyn Îsayê dagir bike ji ber ku Kobanê bajarê berxwedêr e û yekemîn bajarê ku DAIŞ`ê tê de hate şikandin. Eyn Îsayê jî ji ber ku paytexta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navenda Meclisa Sûriya Demokratîk e bi armanca ku Rêveberiya Xweser tune bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din