​​​​​​​Emîne Umer: Ji ber serhişkiya hikumetê Qanûna Qeyser hat ferzkirin

Emîne Umer got: “Sedema sereke ya ferzkirina Qanûna Qeyser li dijî hikumeta Sûriyê ew e ku hikumeta Sûriyê tu çareseriyek siyasî qebûl nake. Bi diyaloga sûrî-sûrî hêviyên gelê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nanavendî pêk tên.”

Koşka Spî di 2019`an de ji ber binpêkirinên hikumeta Sûriyê Qanûna Qeyser erê kir. DYA`yê ev qanûn piştî 11 salan, di 17`ê Hezîrana 2020’an de ferz kir. Sûcên hikumeta Sûriyê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve wek sûcên şer û li dijî mirovahiyê sinifandin.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer diyar kir ku sedema sereke ya ferzkirina Qanûna Qeyser hikumeta Sûriyê ye, ji ber ku çareseriya siyasî qebûl nake.

Emîne wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûna Qeyser di encama dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê û tunebûna asoyên  çareseriya siyasî de hate ferzkirin. Hikumeta Sûriyê çareseriya leşkerî pejirand da ku hegemoniya xwe li ser tevahiya Sûriyê ferz bike. Azara rastîn a gelê Sûriyê wêranbûna binesaziya welêt û hilweşîna aboriya wî ye. Hîna gel ji azarên şer xilas nebûye. Ji ber destwerdanên derve û qebûlnekirina Sûriyê ya tu çareseriyên siyasî, temenê aloziya Sûriyê dirêj kir.

Ev ceza wê li ser rejîma Sûriyê zextekê çêbikin. Ji ber ku cezayên siyasî ne, lê li ser asta aborî pêk tê. Hilweşîna aboriya Sûriyê dê rejîm zaîf bike. Dibe ku daxwazên Amerîka qebûl bike û derbasî çareseriya siyasî bibe. Ji bo ku li gorî biryara qanûna navdewletî ya bi hejmar 2254 aloziya Sûriyê çareser bibe. “

Emîne anî ziman ku rêya herî baş ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyaloga sûrî-sûrî ye û wiha got: “Divê ev diyalog bi tevlibûna tevahiya çînên civaka Sûriyê, bi hikumeta Sûriyê û aliyê din re pêk were. Em hertim banga vedîtina çareseriyekê ji aloziyê re dikin.“

Emîne destnîşan kir ku gelê Sûriyê xwedî taybetmendiyek muzayîk û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li Sûriyê gelek pêkhate hene. Ev pêkhate xwedî maf û erk in. Bi diyaloga sûrî-sûrî re, em dikarin hêviyên gelê Sûriyê pêk bînin û Sûriyeyek demokratîk ava bikin. Ev yek hêviya tevahiya pêkhate û çînên civaka sûrî pêk tîne. Veguherîna demokratîk a ku dê pêk were, ji bo berjewendiya gelê Sûriyê ye. Rûpelek nû ji bo amadekirina destûrek nû vedike ku mafên tevahiya pêkhateyan di Sûriyeyek demokratîk û nenavendî de misoger dike.”

(şx)

NAHA


Mijarên Din