Encama dawîn a kongreya alîkariyê ji bo Beyrûtê

Di daxuyaniya dawîn a kongreya piştevaniya neteweyî ji Beyrût û gelê Lubnanê re, hat piştrastkirin ku civaka navneteweyî, dostên Lubnan û hevalbendên wê dê alîkariya gelê Lubnanê bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Teqîna mezin a li Beyrûtê çêbûye, mîna krîzekê ji gelê Lubnan, dost û hevalbendên wê yên li derve re bû. Her wiha beşdaran di kongreyê de sekna garantorî û piştgiriya bi Lubnanê re nîşan da û sersaxiya şêniyên Beyrûtê kir. Li aliyekî din jî spasiya tîmên tenduristî, lêkolîn, rizgarî û tevahî lubnaniyan kir, her wiha spasiya tîmên navneteweyî li ser piştevaniya wan ji lubnaniyan re kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihand ku beşdaran biryara xebata cidî, garantiya piştevaniya Beyrût û gelê Lubnanê li ser derbasbûna encamên trajediyê da. Her wiha beşdaran li ser dayîna alîkariyên girîng di çend roj û hefteyên bê de bi hedefa dabînkirian yekser ji Beyrût û gelê wê re erê kir. Li gorî nirxandinên NY’yê pêdivî bi beşa tenduristî, perwerde, xwarin û tamîrkirina bajaran heye.

Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Uwn spasiya serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser insiyatîfa wî bi NY’yê re ya der barê kongreya piştevaniya Lubnanê piştî teqîna li Beyrûtê de, kir. Her wiha spasiya dewletên cîran û dost li ser lezbûna piştevaniya Lubnanê kir.

Uwn wiha got: "Dabînkirina pêdiviyan piştî karesatê pir mezin e û divê bi lez peyda bikin, bi taybet beriya hatina zivistanê. Ji ber dê bi wê re jî azarên şêniyên ku bê cih mane zêde bibin.

(fr)


Mijarên Din