Encama êrîşên dagirkeran: 218 şehîd û 653 birîndar

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 218 sivîl şehîd bûne û 653 sivîl jî birîndar bûne.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê hejmara şehîd û birîndaran eşkere kir. Desteyê ragihand ku heta niha di encama êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 218 sivîl şehîd bûne û 653 sivîl jî birîndar bûne.Her wiha desteyê diyar kir ku di nav birîndaran de 35 zarok jî hene. 

ANHA


Mijarên Din